Nûnerên DYE û Talîbanê li Pakistanê hevdîtin kirin

Heyetek ji tevgera Talîbanê Pêncşemê li paytexta Pakistan Îslamabadê bi nûnerê taybet ê DYE'yê yê li Efganistanê Zalmay Halîlzad re hevdîtin kir.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe ji du çavkaniyan wergirtiye, nûnerên tevgera Talîbanê û sefîrê DYE'yê li Îslamabadê li hev kom bûn.

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trump di 7'ê Îlonê de bi helwesteke tund dawî li hevdîtinên navbera her du aliyan anî, ev hevdîtin hevdîtina destpêkê ya ji hingî ve ye.

Çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn diyar kirin, hevdîtinê saetekê dom kiriye, lê belê nayê wê wateyê ku hevdîtin wê bi rengekî fermî ji nû ve dest pê bikin.

Rayedarekî hikumeta Pakistanê jî got, "Berpirsyarên Talîbanê bi Zalmay Halîlzad re hevdîtin kirin. Yekane tişta ku di vê mijarê de dikarim bêjim ew e; Pakistanê ji bo wan di girîngiya pêvajoya aştiyê de îqna bike bi roleke mezin tevdigere."

Çavkaniyekî din jî ragihand ku ev hevdîtin nayê wateya ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Efganistanê, lê belê hewldanek ji bo wê yekê ye ku alî ji nû ve bi hev piştrast bin.

Rayedarên Emerîkî der barê hevdîtinê de şîrove nekirin. Rayedarên Talîbanê jî der barê pêkhatina hevdîtinê de ne gotin 'rast e', ne jî 'derew' e.