Norweçê dîplomatekî Rûs dersînor kir

Norweçê bi gumana ku ji bo Rûsyayê sîxuriyê dike, hemwelatiyekî Norweçê destgîr kiribû û piştre jî dîplomatekî Rûs dersînor kir.

Servîsên Îstîxbarata Norweçê roja Duşemê diyar kiribûn bi hinceta ku agahiyên hesas dane kesekî ku sîxurtiyê ji îstîxbarata Rûsyayê dike, wan hemwelatiyekî Norweçê destgîr kirine. Ev hemwelatiyê Norweçê yê ku 50 salî ye, dibe ku 15 salan ceza lê were birîn.

Wezareta Karê Derve ya Norweçê jî diyar kir ku ji ber tevlî skandala sîxuriyê bûye, wê dîplomatekî Rûs dersînor bikin.

Divê ev dîplomatê ji Rûsyayê heta dawiya hefteyê ji welat derkeve. Nehate zelalkirin ku vî dîplomatî têkilî bi wî kesê destgîrbûyî daniye yan na.