NOAA: Dibe ku îsal 4 bagerên mezin rabin

Bagerên par li okaynûsan rabûn û li geleperiya cîhanê rê li ber mirina bi sedan kesî vekir, tê payin ku îsal jî dewam bikin.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Atmosfer û Okyanûsan a Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA), tê payin ku herî kêm 4 bager îsal li Okyanûsan rabin.

Hate ragihandin, li bajarên DYA yên li peravên Okyanûsa Atlantîkê û li Karabîka li Amerîka Navîn, tê payin ku 9 bahozên dijwar rabin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hejmara bagerên rabin li gorî par wê kêm be, lê belê dibe ku herî kêm 4 bagerên dijwar rû bidin.

Li gorî daxuyaniya NOAA bager wê ji 1'ê Hezîranê heta 30'ê Hezîranê rabin. Hate ragihandin ku her çend ev bager li gorî par kêm jî bin, divê her kes hay ji xwe hebin.

Par li peravên rojhilat ên DYA û Karabîkan di asta rekorê ya sed sala dawî de bagerên dijwar rabûn û bûn sedem ku bi sedan kes bimirin.