Nivîskarê Îsraîlî Amos Oz wefat kir

Nivîskarê Îsraîlî û aktivîstê alîgirê aşitiyê Amos Oz di 79 saliyê de ji ber pençeşêrê rehmet kir.

Keça Amos Oz ê ku yek ji avakerên tevgera “Aşitî Niha’, Fanîa Oz-Salzberger li ser Twîtterê diyar kir ku bavê wê rehmet kiriye.

Ji sala 2005’an ve Oz ji bo Xelata Edebiyatê ya Nobelê namzet tê nîşandan û sala 2008’an bi pirtûka “Wergerê Avakerê Paşerojê” (Geçmişin Yaratıcı Çevirisi) xelata Dan Davîd wergirt. Oz heman demê xelatên Kafka û Prînce of Astûrîas jî wergirt. Oz sala 1998’an li Fransayê bi romana “Black box” (Qotiya Reş( celata “Fémina étranger” wergirt.

Nivîskarê çepgirê sîyonîst piştgirî da çareseriya di navbera pirsgirêka Filîstin-Îsraîl a di navbera herdu welatan de.