Nîkaraguayê têkiliya xwe ji Teywanê birî, 'Çîna yekere' nas kir -NÛ BÛ

Nîkaraguayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Teywanê birî û ''Çîna yekere'' nas kir. Bi vî rengî welatên ku Teywanê nas dikin, kete 14'an.

Wezîrê Karê Derve yê Nîkaraguayê Denîs Moncada di daxuyaniya niviskî de got, ''Komara Gel a Çînê tekane hikûmeta meşrû ye ku temsîla Çînê dike û Teywan parçeyekî jêneger ê xaka Çînê ye.''

Moncada diyar kir hikûmeta Serokkomar Danîel Ortega ji niha û pê ve têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Teywanê biriye û ''hemû têkiliyên fermî û rengên danûstandinê rawestandiye.''

Wezareta Karê Derve ya Teywanê anî zimên ku ew ji ber vê biryarê , ''ji dil xemgîn in.''

Rêveberiya Çînê jî got ev li gorî meyla giştî 'tercîheke rast e'' û Nîkaragua pîroz kir.

DYE ku van demên dawî qet li hev nakin bang li dewletên demokratîk kir ku têkiliyên xwe yên Teywanê re geş bikin.

Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê têkilî vê qutbûnê got, ''Gelê Nîkaraguayê ji dostekî ji hevkarê wan ê demokratîk û ji bo rabûna aborî dilsoz bêpar dihêle.''