Nîkaragua têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut dike

Alîkara Serokdewletê Nîkaraguayê diyar kir ku hiukmeta Daniel Ortega ji ber şerê li Xezeyê rexneyê li Îsraîlê dike, lewma jî wê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re bibire.

Alîkara Serokdewlet Rosario Murillo ku hevjîna Serokdewleta Daniel Ortega ye, di civîna çapemeniyê de got, "Serokê me ji Wezareta Karên Derve xwest, têkiliylên dîplomatîk ên bi hikumeta Îsraîlê ya qirker û faşîst re bibire."

Ev biryar weke biryareke sembolîk tê dîtin, ji ber ku di nava herdu welatan de têkilî bi qasî ku nîne, kêm e. Li Managuayê sefaretxaneyeke bilind a Îsraîlê nîne.

Nikaragua û Îsraîlê têkiliyên dîplomatîk ên sala 2010'an ji aliyê Ortega ve hatin birîn di 28'ê Adara 2017'an de jinûve danîbûn.