Nîjerya bi encamên giran ên petrolê re rû bi rû maye

Nîjerya ya li Efrîqayê di warê aboriyê de herî pêş e, bi encamên giran a hinaredekirina petrolê re rû bi rû ye.

Nîjerya ya ku yek ji welatên herî zêde aboriya wê li ser petrolê ye û bi encamên vê yên giran re rû bi rû maye, ji ber şewba Covîd-19 bi ketina nirxê petrolê re li welatê ku nifusa wê 200 milyone rê li ber hejariyê vekir.

Hikûmeta Nîjerya ya ku xwe amade dikir bûcdeya îsal amade bike varêlê petrolê li ser 57 dolaran hesab dikir û plan dikir ku rojê 2 milyon varêl petrol derbixîne. Ev jî bihayê 41 milyar dolar e, bi vê re li bendê bû ku 20 milyar dolar qezecê bike.

Lê firotina petrolê ya kete jêr 22 dolarî û dîsa ji aliyê OPEC’ê ve ku hilberîna petrolê ya ji Nîjeryayê daxistina 1,4 milyon varlê re, hema bêje gihişte nuqteya zerer ê.

Li bendêye ku 35 milyar dolar bucdeya hikûmeta Nîjeryayê di astekî cidî de ji vê bandor bibe. Ji ber ku piranî dahata welat li ser hinardekirina petrolê bû. Ev jî dikir ji sedî 90.

Bi ketina nirxê petrolê re aboriya Nîjeryayê dadikeve jêrî ji sedî 6-7’an.

Hikûmet jî ji bo xwe ji van krîzan rizgar bike daxwaz ji Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) alîkariya 7 milyar dolar kir. Lê ÎMF’ê raja Sêşemê biryar da ku wê 3,7 milyar bide.

Nîjerya a xwedî nifûsa 200 milyon û li cîhanê yekane welatê herî zêde nifûsa wê zêde dibe ye, pirsgirêa wê ya hejariyê heye û ev jî wê zêdetir bibe. Li gorî daneyên fermî wê ji sedî 45’ê wê jêrî sînorê rojane 2 dolarî be.

Her wiha rîska li welatê ku bi qismî şewb lê belav bûye jî bi metirsiyê re rû bi rû ye. Ev jî weke 7 milyon kes tê texmînkirin ku pêwîstiya wan bi alîkariya xwarin û xurekan heye.