Nifûsa Yahûdiyan bi 2 milyonan ji ya sala 1939'an kêmtir e

Li gorî lêkolîneke Buroya Statîstîkan a Îsraîlê, nifûsa giştî ya Yahûdiyan li gorî nifûsa beriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê ku lê hatin qirkirin, bi 2 milyonan kêmtir e.

Li gorî Buroya Statîstîkan nifûsa giştî ya Yahûdiyan 14,5 milyon e û du ji sê parên wê li Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijîn. Sala 1939'an ku Şerê Duyemîn ê Cîhanê dest pê kir û 6 milyon Yahûdî lê hatin kuştin, wê wextê nifûsa giştî ya Yahûdiyan 16,6 milyon bû.

Lêkolîn bi alîkariya Navenda Lêkolînên Yahûdîtiya Nûjen a Zanîngeha Îbranî ya Qudsê hate kirin. Li gorî daneyên lêkolînê, li gelemperiya cîhanê welatê ku herî zêde Yahûdî lê dijîn Îsraîl e. Li Îsraîlê 6,4 milyon Yahûdî dijîn. Piştî Îsraîlê Yahûdî herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijîn. Li DYA 5,7 milyon Yahûdî hene.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku nifûsa Yahûdiyan a li erdê niha tevlî Îsraîlê hatiye kirin, sala 1939'an 450 hezar bû û di nava 80 salî de bi 14 qatan zêde bûye. Li welatên din ên cîhanê jî nifûsa Yahûdiyan a piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bi rêjeya 26 ji sedî zêde bûye.

Piştî van her du welatan, Yahûdî herî zêde li Fransayê dijîn. Nifûsa Yahûdiyên li Fransayê 450 hezar e. Li Kanada, Brîtanya Mezin, Rûsya, Elmanya, Awûtralya û Arjantînê jî li her yek ji wan zêdeyî 100 hezar Yahûdî dijîn.

Di lêkolînê de li ser krîterên 'Yahûdîtiyê' agahî nehate dayin. Lewma tê texmînkirin ku nifûsa Yahûdiyan dibe ku kêmtir an jî zêdetir be. Di Yahûdîtiyê de eger dayik ji neteweyeke din be, zarok Yahûdî nayê qebûlkirin.