Nexşeyeke înteraktîf a vîrusê hate avakirin

Zanyarên Zanîngeha Johns-Hopkîns a DYE’yê derbarê belavbûna vîrusa li Çînê nexşeyeke înteraktîf ava kirin.

Di nexşeyê de ji xeynî nexweşên ku hatine tespîtkirin, nexweşên bi guman jî tên diyarkirin. Hejmara kesên pak bûne jî di nexşeyê de cih digire. Ev nexşe înteraktîf e û her dem nû dibe.

Hate diyarkirin ku daneyên vê nexşeyê ji rêxistinên tendirustiyê û Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) tê wergirtin.

Li gorî nexşeyê tê dîtin ku nexweş zêdetir li Çînê û li herêma Wûhanê zêdetir e ya ku vîrus lê hatibû dîtin.

Li welatên cîran û li gelek bajarên cîhanê jî nexweş hene. Li gorî nexşeyê ji DYE, Evûstralya û Fransayê jî nexweş hene.

Li gorî bîlançoya fermî li Çînê herî kêm 80 kes mirine, 2 hezar û 737 nexweş hatine tespîtkirin.