Neteweyên Yekbûyî ji bo Zîmbabweyê hişyar kir

Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku li Zîmbabweyê ku welatekî xizan ê Efrîkayê ye bi milyonan mirov bi rengekî cidî di nava metirsiya birçîbûnê de ne.

Raportora taybet Hîlal Elver ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate wezîfedarkirin hişyar kir, ku li Zîmbabweyê ku nifûsa xwe 15 milyon mirove 60 ji sedî yê şêniyên wî welatî birçîne. Elver li paytexta Zîmbabwe Harareyê di civîna çapemeniyê de axivî û destnîşan kir ku Zîmbabwe yek ji çar welatan e ku 'bêewlehiya xurekê' di asta herî bilind de ye.

Raportora Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 5.5 milyon mirovên ku xwarin bi destê wan nakevin li herêmên bejahî ne û destnîşan kir, ev rewş yek ji encamên ziwatiya li herêmê ye.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ku di civîna çapemeniyê de detayên wê hate ragihandin, ku li Zîmbabweyê 2.2 milyon mirov bi pirsgirêka peydakirina xurekê re rû bi rû ne. Her wiha di peydakirina ava vexwarinê û xizmetên tenduristiyê de jî kêmasiyên mezin hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî pirsgirêka birçîbûnê ya li wî welatî di nava çend hefteyan de dikare girantir bibe. Di raporê de hate ragihandin ku eger bi lezgînî tiştek neyê kirin wê herî kêm 8 milyon mirov bikevin nava metirsiya birçîbûnê.