Neteweyên Yekbûyî: Asta felaketa li Lîbyayê hîn nayê zanîn
Berpirsyarê Rewşa Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku asta felaketa mirovî ya li rojhilatê Lîbyayê hîn baş nayê zanîn.
Berpirsyarê Rewşa Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku asta felaketa mirovî ya li rojhilatê Lîbyayê hîn baş nayê zanîn.
Martîn Grîffîths li Cenevreyê di brîfînga çapemeniyê de axivî û got, "Lîbya ji bo me pirsgirêk e, bêguman hewldanên me ji bo koordînekirina hiukmetê bi rayedarên din ên li rojhilatê welêt re ye."
Grîffîths got, "Asta pêwîstiyan, hejmara miriyan hînê nayê zanîn."
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) roja Pêncşemê ji bo rewşa lezgîn bang kir. Li gorî OCHA'yê hevkarên alîkariya mirovî daxwaza 71.4 milyon dolarî ji bo pêwîstiyên sê mehên bê dikin.
Serokê OCHA'yê Martîn Grîffîths roja Çarşemê ragihandibû ku ji bo mexdûrên li Lîbyayê ji fona rewşa lezgîn deh milyon dolar serbest berdane.
Grîffîths got, "Ji bo alîkarî û piştgiriyê bidin mirovan em hemû seferber bûne."
Bahoza Danîel şeva Yekşemê li bajarê Derna yê li rojhilatê Lîbyayê du bendav teqandibû û mîna tsûnamiyê felaketek çêkiribû. Li bajarê ku nifûsa xwe 100 hezar kes e blokên malan bi temamî hilweşiya bûn.
Li gel xerabûna rê û piran, her wiha xisar li xetên telefonê û elektrîkê bû, lewma jî xwegihandina li herêma karesatê zehmet e. Tê texmînkirin ku herî kêm 30 hezar kes bêmal mane.
Tevî Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, gelek welatên Yekîtiya Ewropa, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê soza şandina alîkariyê dan. Tîmên rizgarkirinê yên biyanî jî di halê hazir de karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.