Netanyahû li Îsraîlê hate şermezarkirin

Bi deh hezaran kesên li Îsraîlê li hev civiyan, Serokwezîr Benyamîn Netanyahû yê ku ji ber gendeliyê lêpirsîn lê hatiye vekirin, şermezar kirin.

Netanyahû ji ber lêpirsîna gendeliyê, şeş caran îfade da polîsan. Xwepêşandanên girseyî yên li dijî Netanyahû dewam dikin. Piştî xwepêşandana girseyî ya hefteya bihurî ya li Tel Avîvê ku nêzî 30 hezar kes tevlî bûn, vê hefteyê jî bi deh hezaran kes bi navê "Meşa Şermê" xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêr li Bûlwara Rotschîld a li Tel Avîvê li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Bes e ji gendeliyê re", "Em çepgir nînin, rastgir nînin, em durust in" û "Netanyahû bicehime" vekirin.

Netanyahû ji ber lêpirsîna gendeliyê şeş caran îfade da polîsan. Hevsera Netanyahû Sara Netanyahû jî di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de îfade dabû.