Netanyahû: Divê hêzên NY ên li Lubnanê 'tavilê vekişin cihekî ewle'

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku leşkerên Hêza Aştiyê ya NY'ê tavilê 'vekişîne cihekî ewle'.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Yekşemê daxuyaniyek da û bang li Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres kir ku leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) a li Lubnanê 'tavilê vekişîne cihekî ewle'.

Netanyahû got, "Birêz Sekreterê Giştî hêzên UNIFIL'ê vekişînin cihekî ewle. Divê tavilê vê bike."

rojên dawî li başûrê Lubnanê di şerê navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hîzbûllahê de herî kêm 5 endamên hêza aştiyê birîndar bûn.

UNIFIL'ê ragihand ku artêşa Îsraîlê 'bi zanebûn' gule berdan çeperên wan. 40 welatên ku tevkariyê li hêzê dikin, roja Şemiyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Ev hewldan divê tavilê bê rawestandin û bi rengekî guncaw lêpirsîn bê destpêkirin."

Hêza UNIFIL'ê ku ji 9.500 leşkeran pêk tê, weke tampyon li başûrê Lubnanê hatiye bicihkirin. Yekîneyên xwe yên herî zêde ji Endonezya, Hindistan, Gana, Îtalya û Nepalê pêk tê. Malezya, Spanya, Îrlanda û Fransa jî tevkariyê li yekîneyan dikin.