Netanyahû di mijara êrişeke gengaz de Îran hişyar kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû hişyar kir ku eger Îran êriş bike wê bi rengê herî tund bersivê bidin.

Netanyahû piştî êrîşa bi moşekan a Îranê ya li ser baregehên Emerîkayê yên li Iraqê daxuyaniyek da û got,''Kî êrîşê bi ser me de bîne, divê li bendê be ku em ê bersiveke tund bidine wan.''

Netanyahû ji bo Qasim Silêmanî got,''şerê terorîstan'' û ''mîmarê kampanyaya terorê'' ya li Rojhilata Navîn û diyar kir, ew piştevanê DYE'yê ne.

Netanyahû her wiha got divê destxweşî li Serokê DYE'yê Donald Trûmp wre kirin, ji ber, ''biryardarî û wêrekiyê'' wî.

Netanyahû Îran mîna dijminê Israîlê pênase kir û got, têkiliyên welatên Ereb ên bi Israîlê re ''geş dibin''.