Nerazîbûna li plana Trûmp: NY li ser sînorê 1967 bi israr e

Serokê DYE'yê Donald Trûmp plana xwe ya 'Aştiyê ya ji bo Rojhilata Navîn' eşkere kir. Hêzên Filistînî bi rengekî tund plan red kirin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de jî hate ragihandin ku sînorên sala 1967'an a esasî ye.

Ji bilî Îsraîlê kes bi xurtî li pişt plana 'aştiyê' ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp nesekinî. Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas nerazîbûn nîşan da û got, "Qûds ne ya firotinê ye."

Di 'Plana Aştiyê' ya Trûmp de Qûds weke 'Paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê' tê pênasekirin. Ji bo paytexta Filistînê jî rojhilatê Qûdsê tê pêşkêşkirin. Lê belê herêma ku weke paytexta Filistînê tê pêşkêşkirin tenê Abû Dîs e ku li rojhilatê bajêr e.

Li gorî planê, xaka dewleta Filistînê wê bi du qatan ji ya heyî zêdetir be, lê belê Geliyê Urdunê yê li Şerîa Rojava ku gelek qadên çandiniyê lê ye ji Îsraîlê re tê hiştin. Her wiha wargehên niha ji bo Îsraîliyan hatine amadekirin wê di kontrola Îsraîlê de bimînin. Penaberên Filistînî yên ji warê xwe hatine kirin jî wê nikaribin vegerin Îsraîlê û li şûna wê vegerin nava sînorê dewleta Filistînê ya nû bê avakirin.

Li gorî plana Trûmp, dewleta Filistînê wê nebe xwedî artêşa xwe û Hamas a ku niha Şerîda Gazzeyê kontrol dike wê bê bêçekkirin.

ABBAS: QÛDS NE YA FIROTINÊ YE

Serokdewletê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mahmûd Abbas nerazîbûneke tund nîşanî planê da û li ber parvekirina xakê rabû. Abbas got, "Qûds ne ya firotinê ye, mafên me qet ne yên firotinê ne" û destnîşan kir ku plan li dijî Filistînê ye. Abbas got, "Gelê me wê vê planê biavêje sergoyê dîrokê."

Di dema ragihandina planê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû jî bi Trûmp re bû, lê belê Mahmûd Abbas nehatibû vexwendin.

HAMAS TEQEZ RED KIR

Hamasê jî nerazîbûn nîşanî planê da. Rayedarekî Hamasê got, "Paytexta Filistînê Qûds e, em ê ti cihekî din li şûna vê qebûl nekin."

JI BO NETEWEYÊN YEKBÛYÎ SÎNORÊ 1967 ESAS E

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwe ji plana Trûmp vegirt. Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres Stephane Dûjarrîc destnîşan kir ku helwesta wan a di mijara meseleya Îsraîl-Filistinê di biryar û pêşnûmeyên beriya niha de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate destnîşankirin, diyarkirî ye. Dûjarrîc diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî wê di helwesta xwe ya navborî de israr bike. Ev jî tê wê wateyê ku çareseriya bi rengê du dewletan a li ser sînorên 1967'an tê xwestin.

YEKÎTIYA EWROPA: ÇARESERIYA BI RENGÊ DU DEWLETAN A DANÛSTANDIN LI SER HATIYE KIRIN

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de jî neyekser jî be hate ragihandin ku plan bi vî rengî nehatiye qebûlkirin. Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji Karên Derve Berpirsyar Josep Borrell destnîşan kir ku yekîtî alîgirê wê yekê ye ku çareseriyek bi danûstandinên nûnerên her du welatan bê peydakirin.

Yek ji berdevkên Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî diyar kir ku her du lîder bi rêya telefonê bi hev re axivÎne û Johnson gotiye ku plan ji bo aştiya navber Îsraîl û Filistînê dikare bibe 'gaveke erênî'.

Koalîsyona CDU-SPD a li Elmanyayê desthilatdar e, li ber planê rabû. Berdevkê CDU yê li Parlamenta Ewropayê Mîchael Gahler diyar kir ku xalên planê rê li ber çareseriyeke lihevkirî venakin. Sekreterê Giştî yê SDP'ê Lars Klîngbeîl jî ji bo planê got, 'şensekî belasebep'. Klîngbeîl got, "Ji bo lihevkirinekê pêwîstî bi du aliyan heye."

URDUN: SÎNORÊN BERIYA ŞERÊ 1967'AN YEKANE RÊ YE

Urdun ku welatekî cîran e û pirsgirêka Filistînê yekser bandorê lê dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku divê sînorên beriya şerê 6 rojan ê 1967'an esas bê dîtin.