Nêçîrvanê li Golettê winda bû cesedê wî 3 roj şûnda hat dîtin
Nêçîrvanê li Golettê winda bû cesedê wî 3 roj şûnda hat dîtin
Nêçîrvanê li Golettê winda bû cesedê wî 3 roj şûnda hat dîtin
Mehmet Zekî Bosor (33) yê ku li navçeya Şirnex Hezexê ji bo qaza ku lêxistî bigire dema di ser gola avê ya cemedê girtî re meşiya û di encama şikestina cemedê de winda bûyî, cenazeyê wî hat dîtin.
Li gorî agahiyên ku bi dest ketîn cesedê Mehmet Zekî Bosor yê babê 4 zarokan dema ku pêş 3 rojan ji bo nêçîrvaniyê di gola avê ya 2 kîlometran durî navçeya çûbûyê de winda bûyî, di encama xebatên ekîbên rizgarkirinê yên bin avê yên girêdayî Serokatiya Daireya Îtfaiyê a Serokatiya Şaredariya Amedê û Muduryeta Emniyeta Wanê di gola avê ya ku têde hat dîtin derxistin.
Serokê Şaredariya Hezexê Selahattîn Acar diyar kir Bosor yê 3 roj pêştir winda bûyî dema ji bo werdeka lêxistî bigire di ser gola avê ya cemedê girtî de derbaz dibe û di encama şikestina cemedê de ketiye nava avê û wiha got: “Ekîbên melevanan yên rizgarkirinê hatin navçeyê di encama xebatên di şert û mercên giran de îro cesedê Bosor ji avê derxistine.”
Cesedê Bosor birin Nexweşxaneya Dewletê a Hezexê.