Navê Kobanê li park û çarrêyan hat kirin
Navê Kobanê li park û çarrêyan hat kirin
Navê Kobanê li park û çarrêyan hat kirin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ku bi huner û berxwedanê tê naskirin, navê projeya çarrêya bajêr hat guhertin û navê Kobanê lê hat kirin.
Waliyê Silêmaniyê Behrûz Mihemed der barê mijarê de got, “Li gor egera rêz û hurmeta ji têkoşîn û berxwedana bajarê Kobanê re ku bûye sembola qehremanî û berxwedana gelê Kurd, li ser daxwaza rûspî û piraniya gelê me, me navê Kobanê li projeya ku em çêdikin kir. Ev proje di avakirina Silêmaniyê de yek ji projeyên girîng û stratejîk e.”
LI RANYA PARKA KOBANÊ
Li Ranyaya ku li hember dîktatoriya Saddam Huseyin serhildana yekemîn lê destpê kir, navê Kobanê li parkekê hat kirin.
Berdevkê Şaredariya Ranya Bejdar Hemîd têkildarî mijarê wiha got, “Wek beşa park û baxçeyan a Ranya, li ser Cadeya Newroz me parkek ji 6 doniman bi navê Kobanê çêkir. Ev park me diyarî gelê Kobanê yê îro bi birayên xwe yên pêşmerge re, li hember DAIŞ’ê şer dikin kir. Îro vekirina Parka Kobanê hestên me yên piştevaniyê nîşan didin. Li ku derê cîhanê be bila be eger êrîşek li hember Kurd û Kurdistanê bê kirin em dixwazin nîşan bidin ku gelê Kurd yekwicûd e.”