NATO’yê dema peywîra Stoltenberg 2 salan dirêj kir

Biryar hate dayîn ku peywira Jens Stoltenberg ku ji sala 2014’an ve sekreteriya giştî ya NATO’yê dike, 2 salên din were dirêj kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê NATO’yê ve hatî kirin de hate ragihandin ku dema peywira Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenber heta Îlona 2020’an hatiye dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Stoltenberg di dema pêvajoya peywîra xwe de serketiye û wiha tê gotin: “Stoltenberg ê ku erka xwe bi biryardariyekî bi cih tîne û ji bo berdewam kirina peywîrê hemû mûttefîk bi bawer in.”

Jens Stoltenberg di sala 2014’an de peywîr girt û bi taybet di 3 salên dawî yên li Ûkranya Rojhilat û rolê ku leyîstî û ji ber têkiliyên bi welatên Ewropaya Rojhilat û di dema ku têkiliyên bi Rûsyayê re nakokî heyî sekreteriya giştî kir.

Stoltenberg di navbera salên 2005-2013’an de peywîra serokatiya koalîsyona ku ji aliyê partiyên navend û çepgir ê Norweçê ve hatî damerandin, kirîbû.