NATO li hemberî tetbîqata leşkerî ya Rûsyayê ketiye nava alarmê
Ji bo tetbîqata leşkerî ya mezin a navbera Rûsya û Rûsya mezin, amadekarî dewam dikin. Tê gotin, welatên NATO'yê jî ji bo 'tedbîran' dest bi amadekariyan kirine.
Ji bo tetbîqata leşkerî ya mezin a navbera Rûsya û Rûsya mezin, amadekarî dewam dikin. Tê gotin, welatên NATO'yê jî ji bo 'tedbîran' dest bi amadekariyan kirine.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Rûsyayê, wê 12 hezar û 700 leşker tevlî tetbîqata leşkerî bibin, ku navê 'Zapad 2017' lê hatiye kirin.
Welatên NATO'yê îdîa dikin ku hejmara rastî ji vê yekê gelekî zêdetir e û ji bo ji pîvanên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) derbas nebe, kêm hatiye nîşandan.
Di rewşeke asayî de, welatên ku bi beşdariya zêdeyî 13 hezar leşkerî tetbîqatan dikin, divê destûrê bidin çavdêrên biyanî ji bo tetbîqatê bişopînin. Weke şert tê destnîşankirin, ku ev çavdêrî divê bi berfirehî werin kirin. Polonya û welatên Baltik îdîa dikin ku bi qasî 100 hezar leşker wê tevlî tetbîqatê bibin.
Pisporên leşkerî yên rojavayî îdîa dikin ku 70 hezar leşker tevlî tetbîqata leşkerî ya beriya niha ya bi navê 'Zapad 2013' bû bûn. Wê wextê Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 12 hezar û 900 leşker tevlî bûne.
JI BER KU TÊ WATEYA 'ROJAVA' WELATÊN BALTIKÊ DIXE NAVA FIKARAN
Li ser vexwendina Rûsyayê, tê gotin ku NATO wê pisporekî weke 'ziyaretvan' bişîne tetbîqatê. Hat ragihandin, 2 pispor jî wê tevlî serdana tetbîqata li Rûsya Spî bibin.
Tetbîqat wê di navbera 14-20'ê Îlonê de bê kirin. Ji ber ku tetbîqata bi Rûsya Spî re wê li herêmên rojava yên Rûsyayê bê kirin, navê 'Zapad' lê hatiye kirin, ku bi zimanê Rûsî tê wateya 'rojava'. Lê belê li gorî welatên NATO'yê, mebest ji vî navî welatên li rojava ye.
DYA BALAFIRÊN XWE YÊN ŞER LI HERÊMÊ BI CIH KIR
Ji ber tetbîqata hevpar a Rûsya-Rûsya Spî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku li welatê NATO'yê Lîtvanyayê, 7 balafirên şer ên bi tîpa F-15C Eagle bi cih kiriye.