NATO 3 hezar leşkerên din dişîne Afganîstanê
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, wê 3 hezar leşkerên din bişînin Afganîstanê.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, wê 3 hezar leşkerên din bişînin Afganîstanê.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku wê leşkeran bişînin Afganîstanê.
Stoltenberg got, nîvê 3 hezar leşkeran wê ji DYA, nîvê din jî ji welatên din ên NATO'yê werin şandin.
Stoltenberg wê roja Pêncşemê bi Wezîrên Parastinê re rewşê binirxîne.