Nancy Pelosî bû seroka Meclîsa Nûneran

Li DYE'yê yek ji pozîsyonên herî xurt ên siyasî, Meclîsa Nûneran e. Ji bo serokatiya wê jî Nancy Pelosî hate hilbijartin ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Trûmp tê naskirin.

Piştî ku di hilbijartinên meha Mijdarê de Partiya Demokrat serweriya Meclîsa Nûneran careke din bi dest xist, kontrola vê pêkhateya kongreyê jî guherî.

Di hilbijartina serokatiya Meclîsa Nûneran de, Nancy Pelosî bi ser ket ku ji sala 2007'an heta 2011'an ev wezîfe kiribû. Wezîfeya serokatî ku weke 'Berdevk' tê binavkirin, xwedî roleke girîng e.

Pelosî ya 78 salî, piştî Serokê DYE û alîkarê Serok, di pozîsyona herî girîng a siyasî de ye. Lewma, xuya ye pêvajoyeke zehmet li ber Trûmp e. Tevî ku serweriya Senatoyê di destê Komargeran de ye, di gelek mijarên girîng de bi desteka vê partiyê biryarên Trûmp tên rawestandin.

Pelosî ji sala 1987'an û vir ve ji Kalîforniyayê bi rengekî bê navber tê hilbijartin.

Pelosî wê heta sala 2023'an Seroka Meclîsa Nûneran be.