Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Namzetê Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYA Tîllerson ji aliyê Senato ve hat erêkirin

Rex Tîllerson, ku ji aliyê Serokê nû yê DYA Trûmp ve ji bo Wezareta Karên Derve namzet hat nîşandan, ji aliyê Senato ve hat erêkirin.

Dengdan duh li Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê hat kirin. 11 endamên senato yên ji Partiya Komarger, piştîgirî dan namzetiya Tîllerson a ji bo Wezareta Karên Derve. 10 endamên Partiya Demokrat jî li dij derketin.

Navê Tîllerson wê pêşkêşî dengdana Civata Giştî ya Senatoyê were kirin.

Ji ber ku piraniya senatoyên li civata giştî endamên Partiya Komarger e, tê gotin ku li pêşiya wezîrbûna Tîllerson ti astengî nema ye.