Nameya 'tecrîdê' ji bo Ermenîstanê
YJA'yê têkilî tecrîdê û grevên birçîbûnê name ji Serokwezîr û Serokkomarê Ermenîstanê re şand.
YJA'yê têkilî tecrîdê û grevên birçîbûnê name ji Serokwezîr û Serokkomarê Ermenîstanê re şand.
Yekîtiya Jinên Azad a Ermenîstanê (YJA) ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda teqez a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê name da Serokwezîrtiya Ermenîstanê û Serokkomariya Ermenîstanê.
Li gel nameyê her wiha wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê jî hebûn.
Bi kurtasî naveroka nameyê wiha ye:
''Rêzdar Serokwezîr, weke ku tê zanîn 8'ê Mijdara 2018'an ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ve hatî dest pê kirin, berfireh dibe û didome. Rewşa Leyla Guven û rewşa berxwedêrên din ên greva birçîbûnê hatiye ber rewşeke krîtîk û her ku diçe girantir dibe. Tekane daxwaza grevkarên birçîbûnê ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan rabe û PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Li ser vê mijarê fikra bi milyonan Kurd yek û ya gelek derdorên din ên cîhanê. Daxwaza me ji we ew e ku li gorî derfetên xwe ji bo ku trajediya li ser Kurda nbi dawî bibe hûn bibin piştevan.''