Moskowa leşkerên xwe yên li Venezûelayê venakişîne

Rûsyayê bersiv da banga Serokê DYE'yê Donald Trump ku jê re gotibû, "Ji Venezûelayê derkeve". Di bersiva Rûsyayê de hate ragihandin, wê leşkerên xwe yên dema dawî şandiye Venezûelayê venekişîne.

Serokê DYE'yê Donald Trump roja Çarşemê bang li Rûsyayê kiribû ku ji Venezûelayê vekişe. Rûsyayê piştî rojekê bersiv da.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova ji bo leşkerên hatine şandin got, "Pisporên Rûs in" û wê li Caracasê bimînin.

Zaharova daxuyanî da çapemeniyê û got, "Pêwendiya xwe bi bicihanîna peymanên hevkariya teknîkî û leşkerî heye. Wê çiqasî bimînin? Bi qasî ku pêwîst bike. Çiqasî ji bo hikumeta Venezûelayê pêwîst bike wê bimîne."

Aloziya navbera Rûsya û DYE'yê ku di mijara Sûriye û gelek mijarên din de heye, vê carê derbasî Venezûelayê bû.

Nêzî 50 welatên bi pêşengiya DYE'yê, Juan Guaido yê rastgir ku xwe weke Serokkomarê Venezûelayê ragihandiye nas dikin û dixwazin Nicolas Maduro biçe. Moskowa jî DYE'yê sûcdar dike ku dixwaze li vî welatê petrolê darbeyê bike.