Moskowa: DYA’yê şerê aborî da destpêkirin

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev li ser guşarên aborî yên Washîngtonê yên li ser Moskowê got, ‘’Ragihandina şerê aborî ye’’.

Rêveberiya DYA’yê têkildarî jehrdana sîxûrekî Rûs ê berê ya li Kraltiya Yekbûyî Pêrşembê guşarên aborî yê nû yên li ser Rûsyayê ragihadin. Qesra Spî her wiha hişyarî da û got siberojê dibe ku guşarên aborî yên pêla şeşaş jî pêk bînin.

Li gorî ajansa nûçeyan a înterfaxê Medvedev derbarê guşartên aborî got, ‘’Heke xebatên benqeyekê an jî qedexekirina pereyekî hebe, mirov aşkere bibêje ev şerê aborî ye.’’

Medvedev her wiha got, ‘’Bi teqezî divê mirov bersivê bide vî şerî. Bi rêyên aborî, siyasî û rêyên dî’’. Serokwezîrê Rûs got, ‘’Divê dostên me yên Amerîkî bi vê zanibin.’’

Qesr Kremlînê li ser guşarên li ser berhemên teknolojik jî gotibû, ‘’Nayê qebûlkirin’’ , ‘ne dostane ye’’ û ‘’îllegal e’’.

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Trûmp sinyal da ku wê pêleke nû ya guşaran were û wê nehêlin ku şîrketên rêya hewayê ya Rûs li balefirgehên DYA’yê xwe deynin û têkiliyên dîplomatîk ên du welatan dibe ku werin sekinandin.