Morales ji bo ji nû ve pêkanîna hilbijartinê îstifa kir

Serokdewlet Evo Morales ku 13 sal in Bolîvyayê bi rê ve dibe, piştî banga 'îstifa bike' ya leşker û polîsan ji bo ji nû ve pêkanîna hilbijartinê dest ji wezîfeyê berda.

Evo Morales ku yekemîn serokdewletekî xwecihî yê Bolîvyyaê ye, di hilbijartinên sala 2006'an de hatibû hilbijartin. Morales ê çepgir di hilbijartinên 20'ê Cotmehê de bi rêjeya 47 ji sedî bi ser ketibû, hevrikê wî yê rastgir Carlos Mesa jî 36 ji sedî yê dengan wergirtibû. Mesa îdîa kiribû ku hîle di hilbijartinê de hatiye kirin û bang li alîgirên xwe kiribû, ku xwepêşandanên şermezarkirinê pêk bînin.

Di çalakiyê tundiyê de ku li tevahiya Bolîvyayê belav bûn û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan nêzî 400 kes jî birîndar bûbûn. Ji bo rawestandina bûyeran Serokê Fermandariya Giştî ya Bolîvyayê Wîllîams Kalîman îro belavokek xwend û ji Morales xwest ku îstifa bike. Midûrê Emniyetê Vladîmîr Calderon Marîscal jî bangeke bi heman rengî kiribû.

Morales jî êvarê di weşana zindî de ragihand ku ew ji wezîfeya serokdewletiyê îstifa dike.