Monarşiyên Ereb çawa li ser piyan man?

Bi krîza Rojhilata Navîn re monarşiyên ku li Rojhilata Navîn serwer in û bi Îngilîstanê re derketin holê û ji wê serbixwe bûn çawa li ser piyan man? Em li bersiva vê pirsê digerin.

Sedsala 20’an gelek monarşiyên Ereb bi taybetî ji hêla muxalefeta ku ji nav artêşê pêk hatî hatin rûxandin, hê jî di bîra mirov de ye ku di van rûxandinan de para Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Yekîtiya Sowyetê û Îngilîstan heye.

Lê li dewletên Kendavê yên li derdora Siûdî monarşî hê li ser piyan in û mirov nikare bibêje tenê hilberîna petrolê li ser vê diyarkar e. Di vê de bandora bikaranîna teşeyên pereyan a van monarşiyan, hevsengên desthilatdariyê yê navxweyî, veberhênan û xebatkarên ku ji derve anîne bandorê dikin. Mirov dikare mînakan zêdetir jî bike.

Li ber çavan e ku ev monarşiyên di sedsala 19 û 20’an de hemû di bin nîrê Fransa û Îngilîstan de hatin avakirin.

MISIR

Li Misrê sedsala 19’ê yên ku ji Kavalali Mehmet Alî Paşa, ku ji hêla Imparatoriya Osmanî ve bûbû Walî ev 100 sal in li Misrê serwer bûn. Alî Paşa yê ku 1805’an bûbû Waliyê Misrê, her çendî li Kavala hatibe dinê û jê re Arnawût dibêjin jî ev ne bi belgeyan e. Tê gotin bi eslê xwe ki Konyayê ye, ji  Erzîncanê çûye wir û li gorî hinan tê gotin ku Kurd e.

Ên ku ji malbata Alî Paşa hatin tim bi Osmaniyan re di nav gelemşeyan de bûn, 1882’an piştî ku Misir kete bin serweriya Ingiltere welat bi rê ve birin. Piştî ku 1914’an bi rengê Sultanî hate qebûlkirin û bi navê Hîdiviya Misir û Sûdanê ji Osmaniyan ve hatibû avakirin, endamên vê malbatê li ser kar man.

Piştî ku vî welatî 1922’an ji Ingiltere serbixwe bû Fuad 1. kraltiya xwe dom kir, Partiya Vafd ku 1919’an ava bûyî, netewparazî kir qeweta Ingilizan da pişt xwe. Kurê Fuad ê 1. Kral Farûk jî di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî hebûna leşkerên Ingilîz bêden ma, Piştî şerê Ereb-Israîlê yê pêşî derbeke giran xwarî, ji hêla Tevgera Efserên Azad neçar ma ku 1952’an ji ser text vekişe. Piştî wî kurê wî Fuadê 2. ê 6 mehî çû ser text, 1953’an bi îlana Komarê re ji text anîne xwarê û bavê wî re şandin sirgûnê.

SIÛD

Siûd ku navê xwe ji Siûd bîn Muhammed El Mukrînê standine, ku heta destpêka sedsala 18’an jî li derdora Diriyahê serwer bûn, dewleta xwe ya pêşî Diriyahê ku 1744’an ava kiribûn heta 1818’an, ku bi destê Waliyê Misrê Mehmet Alî Paşa, bi fermana Osmaniyan were xirakirin, bi rê ve biribûn. Siûdî yên ku ne ji qebîleya Qureyşî ne, di serdemên pêşî yên Îslamê de Xarîcîtî qebûl kirine, piştre jî li ser Wahhabîtiyê Îslama Sinnî qebûl kirine.

Rêveberê dawî yê Mîrektiya Dewleta Pêşî Siûdî (Mîrektiya Diriye), ku 1818’an hatibû hilweşandin, Abdullah bîn Saûd bîn Ebdulezîz jî, ji hêla Osmaniyan ve hate hêsîkirin, piştî êşkence û kêmkirina wî li Stenbolê hate darvekirin.

Piştî darvekirina melayê dawî yê Siûdiyan ê ji hêla Osmaniyan ve, vê carê jî mixaletiyê wî Faysal bîn Turkî ku xwe li Bedewiyan girtî li dijî van hêzan şer dike û li paytext Riyadê dewleta duyemîn a Siûdî ava dike. Ev dewlet jî 1891’ê ji hêla dijminê wan ê dîrokî malbata Reşîdî ve tê bidestxistin û Siûdî bi parastina Ingilîzan neçar dimînin ku birevin Kuweytê.

1950’î Malbata Kralan a li Siûdî

Abdulezîz bîn Abdurrahman ku 1952’an Riyad standî û avakarê Siûdiya îro ye, qonax bi qonax hemû nîvgirava Ereb bi dest dixe. Abdulezîz 1915’an bi Şerîfê Mekke Huseyîn re tevdigere û tê zanîn bi Ingîlîzan re li hev kiribûn, 1921’an bajarê Haîlê bi dest dixe û dawî li serweriya Reşîdiyan tîne. Siûdî 1924’an  Husseyîn ji Mekkê derdixin, piştî ku Hîcaz, Cîdde, Nejdê bi dest dixin, 1932’an beşekî girîng ê Siûdiya niha bi dest dixin û dibine dewlet. Piştre 1934’an bi peymana Taîfê bajarên Asîr, Najran û Jîzanê jî piştî ku Yemen ji hêla leşkerî ve têk diçe ji Siûdiyan re dimîne. Şerê desthilatdariyê yê Abdulazîz bîn Abdurrahman bîn Saud ê salên 1901-1932’an li wî welatê ku tê texmînkirina nifûsa wê tenê çend milyon bûn, bûye sedema mirina 500 hezar mirovî.

HAŞÎMÎ: URDUN- IRAQ

Di nav welatên Ereb de endamê Kral ku hê jî  li hin welatên Ereb serwer in Haşîmî jî hene. Şerîfê Mekkê yê di sala 1908-1916’an heta ku 1916-1924’an dewrî Siûdiyan hatî kirin, tê gotin di destê Kralê Hîcazê Huseyîn bîn Alî de bû, ku tê gotin Alî jî ji vê malbatê bûye.

Kralên Urdunê

1916’an bi alîkariya Ingilizan piştî ku li ber Osmaniyan rabû, bi qebûlnekirina Peymana Versaîlllesê ya 1919’an ew û Ingilîz ji hev çûn. Piştre bi êrîşên Siûdî û Wahhabiyan a bi alîkariya Îngilîzan ji qewet ket û 1924’an derbasî Urdunê bû.

Wê demê mîrê Urdunê, ku navê wê Mîrektiya Mavera-i Urdun bû, Abdullah ê 1. kurê Kralê Hîcazê Huseyîn bû. 1921’ê Abdullah ê 1. anîn ser Mîrektiya Urdunê yê di bin koloniya Ingiltere de, piştî 1946’an welatê wî serbixwe dibe jî 1949’an dibe kralê pêşî yê Urdunê. 1951’ê jî bi henceta kurê wî yê k ketî şûna wî Talal bîn Abdullah şîzofren e, text dewrî kurê xwe yê dî Kral Huseyîn kir.

Kral Huseyîn ku 1952’an hatî ser text, heta 1999’an welat bi rê ve bir û piştî mirinê jî kralê 2. ê niha Abdullah hatibû.

Kurê dî yê Mîrê Urdunê Huseyîn bîn Alî Faysal bîn Huseyîn jî anîn ser Kraliyeta Ereb a Sûriyê ku 1920’an ji hêla Fransayê ve hatibû avakirin û zêde nekiribû. Kral Faysal ji vê kralîyetê piştî ku Lubnanê ku Filîstîn jî di nav xwe de vedihewand tevlî nav serweriya xwe kir, piştî raperîna serxwebûnê ya Lubnanê ji text anîne xwarê, vê carê ji hêla Ingilîzan ve şandina Iraqê û 1921’ê anîn ser kraltiyê.

Piştî ku 1932’an Iraq serbixwe bû bi salakê Faysl mir, li şûna wî kurê wî Gazî bîn Faysal hat û li dijî Yahûdiyên li Filîstînê destek dida Filîstînê. Gazî bîn Faysal digot Kuweyt a Iraqê ye, ku wê demê di serweriya Ingilîzan de bû. Faysal 1939’î bi qezayeke trafîkê bi gumanbarî mir. Hatibû îdîakirin ku Nurî Saîd ku wê demê serokwezîr bû û nêzî Ingilîzan bû di vê qezayê de tiliya wî hebû.

1940’î Malbata Kral a Iraqê

Piştî mirina bavê wî Kral Faysal ê 2. ku 4 salî bû kral, heta 1953’an bi awayekî filî rêveberî di destê apê wî Abdullah bîn Haşîmî bû. Tê zanîn ku Prens Abdullah jî piştgirî dida berjeweniyê Ingilîzan.

DARBEYA LI DIJÎ KRALTIYÊ BRÎTANYA ASTENG KIR

Li hêla dî 1941’ê bi sedema ku Iraq di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de alîgirê Ingilîzan bû û li dijî Elmanya şer ragihand, alîgirên Serokwezîr Raşîd Alî Geylanî darbeyeke leşkerî kiribûn. Nîsana 1941’ê piştî darbeyê bi demeke kurt, ku Kral Faysal ê 2. û apê wî neçar man ku ji bo demeke kurt welêt biterikînin, Brîtanya ji hêla leşkerî ve bi hawara wan ve hat. Li gel desteka Elmanya ya Nazî û Italyayê jî artêşa Iraqê neçar mabû ku 31’ê Gulana 1941’ê Bexdayê radest bike û di nav de Serokwezîr Raşîd Alî Geylanî jî, gelek efserên darbekar welêt biterikînin. Iraq piştî vê ji bo Brîtanya ku Sûriye û Lubnan dagir kiribû, bi Yekîtiya Sowyet re ji bo dagirkirina Îranê bûbû baregeh.

Lê hemû endamên malbata kralîyetê yên li Iraqê weke Nurî Saîd ku demeke dirêj serokwezîrtî kiriye, heta 1958’an a darbeya leşkerî man.

JI BER BANDORA SOWYETÊ DESTEKA BRÎTANYA TÊRÊ NEKIR

1’ê Sibata 1958’an piştî ku Misir û Sûriye bûne yek navê Komara Yekbûyî ya Ereb li xwe kirin, Haşîmî yên ku ji heman malbatê bûn, kirin ku kralên Urdun û Iraqê jî yekîtiyeke wiha pêk bînin. Du welat bi navê Federasyona Iraq û Urduê 14’ê Sibata 1958’an bûne yek,  Faysal ê 2. ku ji mixaletiyê xwe kralê Urdunê Huseyîn mezintir bû, bûbû kralê nû yê welêt.

Lê vê rewşê pir dom nekir û ji ber tevlîheviyên li Lubnanê, bi daxwaza alîkariyê ya ji bo Huseyînê 1. ku xwestibû artêşê bişîne Bexdayê, artêşa bi serhengiya Abdulkerîm Kassim berê xwe dabûne paytextê. 1958’an, 14’ê Tîrmehê darbeyeke bi desteka komunîstan çêbû û li gel Kral Faysal ê 2. apê wî yê ku gel jê hez nedikir Abdullah, endamên malbatê û serokwezîr Nûrî Saîd hatin înfazkirin.

Piştî rêveberiya darbeyê komar hate avakirin û ev komar bû xwedî polîtîkayeke alîgirê Yekîtiya Sowyetan.

Piştî vê darbeyê bi 3 rojan Kralê Urdunê Huseyîn bi tirsa darbeyeke leşkerî ya bi leşkerên alîgirê lîderê Misrê Cemal Abdulnasir bang li leşkerên Brîtanya kiribû ku werin welatê wî. Piştre jî jixwe temenê dewleta bi navê Federasyona Iraq û Urdunê bi dawî bûbû.

QATAR, BAHREYN, MYE, KUWEYT

Qatar, Bahreyn, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Kuweyt jî ku li Nîvgirava Ereb bi rezervên petrol û gazê yên girîng xwedî hêzeke aborî ne, weke welatên dî ev 200 sal in ji hêla wan malbatan ve ku xurt dibin têne birêvebirin. Taybetmendiya herî girîng a hemûyan jî ew e ku piştî ku herêm dikeve bin kontrola Ingilizan piştî sedsala 19’an bi dîtina rezervên petrolê xurt bûne.

Serweriya malbata El Sanî ku li Qatarê serwer e heta bi sedsala 19’an diçe, piştî ku herêm demeke kurt di bin serweriya Osmanî de ma, ji 1913’an ve bi dest Ingilîzan ve hatibû hiştin. 1971’an serweriya Ingîltereyê piştî heman salê serxwebûn dane wan temam bûbû.

MYE 1971’an piştî ku Sultan bîn Nehya ji Brîtanya serxwebûna xwe stand, bi yekbûna mîrektiyên dî hatibû avakirin.

1970’YÎ ŞERÊ EREB-ISRAÎLÊ DI SER PTROLÊ RE KIRIN FERSEND

Iraq, Sûriye û Misir hilweşiyan lê Siûd, Kuweyt, MYE, Bahreyn û Katar li ser piyan man. Sedema wê jî ew bû ku xwezî rezervên wiya yên enerjiyê, yên petrol û hin gaza xwezayî bûn ku pêdiviya enerjiyê ya dinyayê ta bi asteke girîng dabîn dikirin. Ev malbatên desthilatdar ku heta bi nîveka duyemîn a sedsala 20’an bi desteka hişkere ya Brîtanya li ser piyan mabûn, karta petrolê bi taybetî jî di çarîka sêyemîn a sedsalê de kirin amûra girîng a şantajê.

Şerê Yom Kîppurê (1973)

Welatê Kendavê  bi armanca tola Şerê 6 Rojan ê 1967’an ê Misrê û Sûriyê, ji der ve desteka dane şerê 1973’an ê Ereb-Israîlê (Şerê Yom Kîppur) û ev ji bo wan bûbû fersend. Wê demê welatê endamên Rêxistina Hinardekarê Petrolê (OPEC) ji welatên Siûd, Iraq, Îran, Kuweyt, Qatar, MYE, Lîbya, Cezayîr, Nîjerya, Endoneza û Venezuela pêk dihat.

Ev şerê ku heta 6-26’ê Cotmeha 1973’an dom kirî û bi serketina taktîk a leşkerî ya Isralî bi encam bûyî, endamên OPEC’ê yên welatê Ereb li Kuweytê civiyan û ji bo ku desteke vekirî ya DYA’yê ya ji bo Israîlê di vî şerî de dîtin, bihatê petrolê pêşî 70 ji 100’î rakirin. Welatên Ereb biryar dabûn ku hilberîna petrolê 5 ji 100’î kêm bikin. Siûdî wê demê hinardeya petrolê ya dinyayê bi tena serê xwe ji 5 paran 1 jê pêk dianî.

HATINA WAN BI CAREKÊ RE 4 CARAN LI XWE ZÊDE KIR

Heta bi 1973’an bihayê warîlê di bin 3 dolaran de bû, bihayê petrolê di nav du mehan de çû 18 dolaran, Kanûna 1973’an welatên OPEC’ê civiyan û bihayê petrolê kirin 11,65 dolar. Her wiha para ku welatên hilberîner ji petrolê distînin jî ji 2 dolaran çû 8 dolaran.

Piştî van bûyerên ku weke Krîza Petrolê ya Pêşî hate binakirin, li welatên Ewropayê lêçûna hilberîna sanayiyê zêde bû, li gelekan jî rêjeya bêkariyê zêde bû. Vê krîzê her wiha nîşan dabû ku welatên Ewropayê ji hêla enerjiyê ve girêdayî welatê Ereb in.

DESTHILATDARÎ TENÊ NAVMALÎ DIGUHERE

Balkêş e ku ji çalakiyên protestoyan ên ku 2011’an li Tunusê dest pê kirî ti monarşiyên Ereb ziyan nedîtîne. Li Libyayê Qedafî, li Misrê Nasir,  Husnu Mubarek û li Tunusê Zeynel Abidîn bîn Alî serweriya xwe ji dest dan. Ev 6 sal in ku li Sûriyê şer didome.

Rasteqîniyeke dî ya ku monarşiyên kendavê li ser piyan dihêle ew e ku hatina xwe ya bi milyar dolaran li welatên biyanî dikin veberhênanê û bi vî awayî jî desthilatdariya xwe didomînin.

Yek ji sedema dî ya girîng a van monarşiyan ew e ku pişta hev digirin.

Her wiha faktoreke dî ya ku van monarşiyan li ser piyan dihêle ew e ku kedkarên li nav wan ji welatên biyan in û ev jî rê li ber digire ku muxalefeta naxweyî pêk were.