Misrê ji bo redkirina pergala Tirkiyeyê bang kir

Misrê êrîşên Tirkiyeyê weke gefeke pir mezin li ser heremê giştî dibîne, di civîna welatên Erebî de banga avakirina polîtîkayekê Erebî ya yek deng ji bo redkirina pergala Tirkiyeyê kir.

Werzîrê Karê Derve Semîh Şukrî di çarçoveya xebatên 154’emîn civîna asayî ya Konseya Yekîtiya Welatên Erebî de di axaftina ku derbarê destwerdanên Tirkiyeyê ya li ser welatên Erebî ya li Komîteya Wezîrên Ereb de di asta serokatiya Misrê de pêşkêş kirî tekez kir ku kiryar û destwerdanên Tirkiye ya di gelek welatên Erebî de li hemberî aramiya netewên Ereb gefeke pir mezin e.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Karê Derve yê Misrê Ehmet Hafiz diyar kir ku Wezîr Şukrî, di nava civînan de kiryarên Tirkiyeyê yên ku di gelek welatên Ereb de serdest e diyar kiriye ku ew dibe sedema parçekirina civakbûn û mezhebên li herêmê.

Wezîr Şukrî ev jî li axaftinên xwe zêde kir û qala hin belgeyên di derbarê rengdana berfirehiya mudexeleyên Tirkiyê ya di hinek welatên Ereb de kir. Ji derbaskirina bi hezaran çete ji bo Sûriyeyê, ji şandina bi hezaran leşker ji bo Lîbyayê bigire heya desteserkirina gelek çavkaniyên li Iraq û Lîbyayê bi rêya îmzekirina îtîfaqên der yasayî.

Hafiz wiha dawî li gotinê xwe anî ku wezîr Şukrî piştrast kiriye pêwîstiya avakirina polîtîkayekê Erebî û yekîtiyek li dij pergala Tirkiye heye, ew jî bi rêya rêxstinbûnê ya di nava welatên Ereban de pêk tê.