Mirina ciwanan tê çi maneyê?

Piştî ku pandemiya  Covîd-19'ê Kanûnê derket gelek caran hate gotin nexweşî bêhtir li kesên di ser temenekî re û li yên bi nexweşiyên kronîk dixe. Lê mirinan ciwanan wê çawa were vegotin?

Li tevahiya cîhanê li gorî şeva Sêşemê ji 41 hezarî zêdetir mirov mirin. Ji van tenê çende jê zarokan têkildar dikin.

-Li Fransayê keçeke 16 salî mir. Hate gotin beriya niha ti nexweşiyên wê nebûn.

-Li DYE'yê pitikek mir. Hate gotin pitik hê yek salê xwe tije nekiribû. Nehate gotin bê ka nexweşînê din ên zarok hebûn an na.

-31'ê Adarê Sêşemê pitikeke dî jî li DYE'yê mir. Waliyê New Yorkê Ned Lamond got pitika ku 6 hefteyî bû ji ber vîrûsa koronayê miriye. Lamon got ev pitik li hemû cîhanê ya herî ciwan e ku ji ber Covîd-19'ê miriye.

-Li Portekîzê ciwanekî 14 salî mir, Sêşemê ji Belçîkayê daxuyanî hat.

-Eynî şevê li Londrayê hate ragihandin ku keçeke 13 salî ji ber vîrûsa Covîd-19'ê miriye. Nexweşxaneyê ti şîrove nekir.

WHO: FIKRA KU TENÊ BANDORÊ LI YIXTIYARAN DIKE ŞAŞ E

Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) Pêrşemê bi daxuyaniyekê bang li ciwanan kir. Midûrê Giştî yê  Ewropayê yê WHO'yê Hans Kluge got, ''Fikra ku Covîd-19 tenê bandorê li yextiyaran dike şaş e'' û got: ''Ji bo halê giran ê nexweşiyê  temen ne tekane faktora rîskê ye.''

LAETHEM: CIWAN JI BO KU XWE BIPARÊZIN DIVÊ BI TEVDÎR BIN

Pisporê nexweşiyên têgerîn yê nexweşiya CHU-Saînt-Pîerre ya Brûkselê Yves van Laethem li Belçîkayê ji RTînfo re axivî. Laetman keça 12 salî ya ku ji ber Covîd-19'ê mirî bi bîr xist û got hê jî ev îstîsna ye, ew ne li hêviya weqayên wiha ne lê ev rewş bi bîr dixe ku ti kes ne di ewlehiyê de ye, ji bo ku xilaskirina mirovên din divê mirov bitevdîr be, ciwan jî be divê mirov xwe biparêze.

POPE: HEWCEYÎ BI LÊKOLÎNÊN GENETÎK HEYE

Li gorî nûçeyeke li malpera  7Sur7 li zanîngeha Gentê li ser genetîka mirovan pisporê nexweşên kêm Brûce Poppe got, ew agahiyên teqez di dest wan de nînin bê ka çima ev vîrûs li ser hin mirovan pir giran dike û li ser hinan zêde giran nake. Poppe dibêje lê ew dikarin bidin ber çavdêriyên xwe yên bi enfeksiyonên din re û got pergala xweberevaniyê ya mirovan ji hev cuda ye û ev jî rengê nexweşiyê diyar dike. Poppe got, ''Carinan pergala xweberevaniyê carinan bertekeke pir hişk dide: Ev dibe ku pir taloke be û dikare li ser jiyanê bixwe jî talokeyê çêbike.''