Mîrateya dîrokî ya Misrê ji ber krîza aborî bê xwedî ma
Li Misrê, ku ji sala 2011'an û vir ve serdemeke tevlîhev lê heye û krîza aboriyê serdest e, gelek berhemên dîrokî bêxwedî man e.
Li Misrê, ku ji sala 2011'an û vir ve serdemeke tevlîhev lê heye û krîza aboriyê serdest e, gelek berhemên dîrokî bêxwedî man e.
Ji profesorên Zanîngah Amerîkan a Qahîreyê dîroknasê Misrî Fayza Haîkal diyar kir, derbeke giran li tûrîzma welêt ketiye û encamên vê yekê jî bandor li mîrateya dîrokî kiriye. Haîkal rewşa heyî ya mîrateya dîrokî, ku ji ber pirsgirêkên aboriyê rû da weke 'felaketê' bi nav kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Antîkîte, ku ji Pîramît û hemû berhemên dîrokî berpirsyar e, kêmbûna hatineya tûrîzmê, di budçeyê de rê li ber valahiyê vekiriye.
Wezîrê Antîkîte Halîd el Enanî bibîr xist, ku fînansmana wezaretê hatineyên muze û sîteyên dîrokî ye û diyar kir, ji sala 2011'an û vir ev hatine gelekî kêm bûye. El Enanî anî ziman, ji ber vê yekê ew nikarin li berhemên dîrokî miqate bin û restorasyona wan bikin.
Li gorî daneyên fermî, hatineya tûrîzmê ya li Misrê bi qasî rêjeya ji sedî 80 kêm bûye. Dis ala 2010'an de biletên li ber deriyê qadên tûrîstîk dihatin firotin, 1,3 mîlyar lîreyê Misrê (220 mîlyon dolar) bû. Lê ev hatine di sala 2015'an de daket 300 mîlyon lîre (38 mîlyon dolarî). Hejmara tûrîstên biyanî yên di heman demê de hatin, ji 15 mîlyonî daket 6,3 mîlyonî.
Hejmara tûrîstên tên serdana Misrê di sala 2016'an de jî kêm bû.
Wezareta Antîtîke ji parastina berhemên dîrokî yên Misrê ku hin jê beriya 5 hezar salî hatine çêkirin, berpiryar e. Li vê wezaretê jî 38 hezar kes dixebitin.