Mîllîng: Civaka navnetewî li benda lêkolînên hikûmeta Iraqê ne

Bertek û trafîkên dîplomatîk yên ji bo komkujiya Zaxoyê di asta giştî ya cîhanê berdewam e. Wezîra Brîtanyayê Amande Mîllîng di hevdîtina telefonî ya bi Wezîrê Derwe yê Iraqê Fuad Hisên re diya kir ku li benda lêkolînên hikûmeta Iraqê ne.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên bi rêya telefonê bi Wezîra Brîtanya ya ji bo Kar û Barê Asya û Rojhilata Navîn Amande Mîllîng re axiviye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Iraqê, di peywendiya telefonî de Amande Mîllîng topbarana dewleta Tirk ya li ser gundê Perex ya Zaxoyê şermezar kiriye û hate gotin; “Behsa pêşketinên niha, bandora li ser peywendiyên navbera Iraq û Bexdayê hate kirin. Mîllîng gotiye, divê her du welatên cîran ji bo guftugoyê xalên hevbeş bibînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du aliyan jî behsa pêşketinên dawî û pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Brîtanyayê de guftugo kirine.

Li gorî daxuyaniyê Amande Mîllîng ji Fuad Hisên re gotiye; “Brîtanya piştgiriya serweriya Iraq û aramiya herêmê dike. Civaka navnetewî ji bo komkujiya li Zaxo, li benda lêkolînên Hikumeta Iraqê ye.”