Mîkro-fosîlên 4 mîlyar salî hatin dîtin

Li gorî encamên lêkolînek li kovara Natûre hatin weşandin, mîkro-fosîlên li Kanadayê hatin dîtin, 4 mîlyar salî ne.

Li gorî encamên lêkolînek li kovara Natûre hatin weşandin, mîkro-fosîlên li Kanadayê hatin dîtin, 4 mîlyar salî ne. Hat tespîtkirin ku ev mîkro-fosîlên hatine dîtin, di serdemek 3 mîlyar 770 mîlyon heta 4 mîlyar 290 mîlyon sal beriya roja îro çêbûne.

Hîndekarê University College London Domînîc Papîneaû li ser lêkolînê gotarek nivîsand û diyar kir, mîtro-fosîlên hatine dîtin bi qasî 300 mîlyon sal ji yên herî kevn ên heta niha hatine dîtin, kevntir in.

Bi saya vê keşfê hat tespîtkirin, ku heman piştî avabûna rûyê erdê yê 4 mîlyar 600 mîlyon sal beriya niha, jiyanê dest pê kiriye.

Endamê Navenda Teknolojiya Nano ya Londonê Matthew Dodd jî, ku yek ji endamên lêkolînê ye, da zanîn ku ev yek dikare bibe delîlek ji bo hebûna jiyanê li Marsê beriya 4 mîlyar salî. Dodd got, dibe ku ev yek tenê rewşeke taybet a cîhanê jî be.

Hat ragihandin, mîkro-fosîlên hatine dîtin, li herêma bi navê Nûvvûagîttûq-Greenstone ya li eyaleta Qûebec a Kanadayê hatin dîtin. Mîkro-fosîlên herî kevn ên beriya niha hatibûn dîtin, emrê xwe 3 mîlyar 460 mîlyon sal bû û li Awûstralyayê hatibûn dîtin.