Midûre Emniyeta Houstonê gote Trûmp: Hiş be!

Midurê Emniyeta Houstonê Art Acevedo gote Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ku rûdanan tevdide û dixwze artêş li dijî gel rabe, ''Hiş be''.

Midûrê Emniyetê yê Houstonê Art Acevedo ji qenala televizyonê ya CNN'ê re axivî, gotinên hişk ji Trûmp re got.

Acevedo got, ''Ev ne Hollywood e, jiyana rastî ye.''

Acevedo got, ''Ez ji gel dixwazim ku li cem gel bin û yek bin'' û domand, ''Ez li ser nave hemû şefên polîsên vî welatî dixwazim bang li ser serok bikim. Ji  kerema xwe, heke qencî ji te nayê, hiş be.''

Trûm 1'ê Hezîranê bang li hemû eyaletan kiribû ku serwerî çalakiyan bibin û gotibû, ''Heke hûn serwer nebin, hûn dereng dimînin.''

Acevedo got, ''Mesele ne ew e ku mirov serwer bibe, mesele ew e dil û rihê wan bi me re be'' û ji Trûmp xwest ku talokeyê neyîne ser jiyana ciwanan.