Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Mezintirîn şewata li Şîlî hê nehatiye vemirandin

Şewata daristanan, ku hefteya bihurî li Şîlî rû da û hê nehatiye vemirandin, qadeke daristanî ya ji 130 hezar hektarî kir xwelî.

Şewatê li herêma O'Hîggîns y Maûle ku li navenda vî welatî ye, dest pê kir. Duh hat ragihandin, ku ji ber şewatê qadek ji 129 hezar hektarî şewitî ye. Zêdeyî 4 hezar arkuj û endamên artêşê tevî bi dehan balafir û helîkopteran hewl didin şewatê vemirînin.

Hat ragihandin, ji bo vemirandina şewatê ji Meksîka û Arjantînê yekîneyên alîkariyê tên şandin.

Serokdewletê Şîlî Mîchel Bachelet li ser şewatê daxuyaniyek da û diyar kir, ev şewat mezintirîn şewat e, ku di dîroka Şîlî de rû daye.

Li aliyê din, dadgeriyê li ser derketina vê şewatê, dest bi lêpirsînê kirin.