Mezintirîn kampa penaberan a li Yewnanistanê bi temamî şewitî

Mezintirîn kampa penaberan a li girava Lesbos (Mîdîllî) ya Yewnanistanê ku zêdeyî 12 hezar kes lê bûn bi temamî şewitî.

Li gorî medya Yewnan, şewatê serê sibehê dest pê kir. Hate îdîakirin ku şewat ji aliyê koçberan ve hatiye derxistin ku li ber tevdîrên karantînayê rabûn.

Tîmên arkujiyê ragihandin ku kampa koçber û penaberan bi temamî şewitî. Hate ragihandin ku ji ber şewatê tiştek bi kesî nehatiye, lê belê dûyê ji ber şewatê li herêmê belav bû bêhn li hin mirovan çikand.

Piştî şewatê bi sedan şêniyên kampê ber bi bendergeha li bakur ve beziyan, lê belê hêzên ewlekariyê rêya wan birîn. Hin ji şêniyan jî xwe li girên li derdora kampê girtin.

Hejmara penaberên li kampê bi 4 qatî ji kapasîteyê zêdetir bû û 12 hezar û 700 kes lê bûn. Serokê sendîkaya arkujan a Lesbosê Yorgos Ntînos danê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku 99 ji sedî yê kampê şewitiye û şewat dewam dike.

Malpera nûçeyên xwecihî Lesvospostê diyar kir ku zêdeyî 3 hezar kon, bi hezaran konteynir, buroyên îdarî û klînîkek şewitî.

Berdevkê hikumetê Stelîos Petsas ji televîzyona cemaweriyê ERT'ê re axivî û diyar kir ku li giravê rewşa awarte hatiye ragihandin.