Mezinbûna aborî ya li Asyayê piştî 60 salî rawestiya
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand ku ji ber krîza vîrûsa koronayê mezinbûna aboriya li Asyayê rawestiya ye.
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand ku ji ber krîza vîrûsa koronayê mezinbûna aboriya li Asyayê rawestiya ye.
IMF diyar dike, ku krîza bi pandemiya Covîd-19 rû da, ji krîza malî ya 2008-2009'an û krîza aborî ya Asyayê ya 1997-1998'an girantir e.
Midûrê Asya Pasîk ê IMF'ê Chang Yong Rhee diyar kir, ku ji salên 1960'î û vir ve yekemcar herêm ji aliyê aborî ve mezin nebûye.
Rhee got, bandora pandemiyê "wê giran û nedîtî" be. Rhee bal kişand ser tevdîrên ji ber pandemiyê hatine wergirtin û got, "Ev tevdîr wê bandoreke giran li aboriyê bike."