Mexdûrê kuştina Palme: Divê Swêd lêborînê bixwaze

Halîs Îkîncîsoy ku dema kuştina Serokwezîrê Swêd Olfo Palme kirin stûyê PKK'ê û Kurdan, hatî destgîrkirin û bi salan zext li ser hate kirin, got, ew li bendê ne ku Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze.

Halîs Îkîncîsoy ê ku ji 1980'yî ve li Swêdê dijî got, li Swêdê avaniyeke mîna gladîo dostê Kurdan Olof Palme kuştiye û ji bo ku berpirsyariyê têxe stûyê Kurdan gelek tişt kiriye. Îkîncîsoy got, ji bo ku Olof Palme li welatên Cîhana Sêyemîn ên wekî Vîetnam, Filistîn, Angola, Efrîkya Başûr û hwd. destek dida gelên çewisandî, vê, paşverû û emperyalîst aciz kirine û bi zor û komploya NATO'yê 1984'n PKK weke terorîst hatiye ragihandine û piştre Palme hatiye kuştin, kirine stûyê PKK'ê û bi vê xwestine ku kujerên rastî werin veşartin.

Îkîncîsoy diyar kir, komploya navnetewî ya li dijî Kurdan û PKK'ê 1984'an li hatiye destpêkirin û got, ''Dema ku Palme hatî kuştin helwesta medyaya Swêd ji medyaya Erdogan a hawizî ne cudatir bû. Hemûyan bi hev PKK û Kurd sûcdar kirin.''

9 SALAN LI ME GUHDAR KIRIN

Îkîncîsoy ragihand, ku heftiyê sê rojan ew mecbûr man ku biçin polîs û xwe nîşan bidin û diyar kir, ''Mikrofonên ku ji Parîsê bi dîplomatan bi taybetî anîbûn li gelk Polîsên Ewlehiya Swêd (Sapo) û CÎA'yê li mala me bi cih kiribûn. Wê demê li Swêdê teknîkeke wiha ya guhdarîkirinê nebû. Piştî ku her tişt derkete holê Sapo mecbûr ma van qebûl bike.

Îkîncîsoy anî ziman, ku ji 1984'an ve 9 salan li mala 9 guhdar kirine û wiha diyar kir: ''Piştî ku ev derkete holê, ev ji bo Partiya Karker a Sosyal Demokrat bû skandal. Destûra me ya rûniştinê û pasaportên me betal kiribûn. Tam beriya vê bi salekê Palme hate kuştin û hewl dan ku kuştinê bikin stûyê Kurdan.''

KOPLO LI KURDAN KIRIN

Îkîncîsoy diyar kir, ku alîkarî û desteka Olof Palme ya ji bo Kurdan ji hêla medyaya Swêd ve dihate veşartin û got, ''Komploya li ser Kurdan aşkere bû. Medyaya Swêde du rûdanên nexweş ên li Swêdê tim anî rojevê û PKK bi rêxistiniya terorê sûcdar kir. Di vê navbeynê ên ku berê PKK'yî bûn û derbasî aliyê dijber bûn jî di dijberiya PKK'ê ji Sapo re axivîn.

Bi polîtîkaya dewletê PKK kirin hedefê. Wan deman Wezîrê Koçberiyê Anîta Gradîn di roportajekê de gotibû li Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn tevgerên radîkal ên mînaka PKK'ê belav kirine û pasîf krine û di nav çend salan de wê eynî tiştî bi PKK'ê jî bikin. Bi min NATO peywira ku PKK'ê pasîf bikin û bela bikin dabû van.''

XWESTIN KU ME BIKIN SÎXÛR

Îkîncîsoy da zanîn, ku got Sapo xwestiye ku wî û hevalên wî yên din ku hatibûn destgîrkirin bikin sîxûr û got, ''Digotin em ne li dijî Kurdan in, li dijî PKK'ê ne. Gotin heke ew li ser rêveberên PKK'ê bidin wê her cure alîkariyê bidin wan û Sefareta Tirkiyê jî wê her  cure alîkariyê bide wan. Wan deman pasaport û destûra me ya rûniştinê ji me standibûn.''

Îkîncîsoy her wiha got 9 salan heftiyên sê rojan wan xwe şanî polîsan didan, li wan hatibû qedexekirin ku derkevin deryayî şaredariyê û dema ku bi şaşî deriketin jî ew dîsa dihatin girtin û dadgeh çend mehan dom dikir, zextên şerê psîkolojîk li ser dihate dikirin, bêyî ku sedemek hebe li cihê ku lê diman, malên wan tim ji hêla polîsên rûyê wan bi masekeyê û bi çekên dirêj ve dihate dorpêçkirin û ji bo ku Kurdan krîmînal nîşan bidin ev dikirin lê bi ser neketin, tiştên ku kirin ji bo Swêd bû skandal.

DIVÊ PKK JI NAV  'LÎSTEYA TERORÊ' WERE DERXISTIN

Îkîncîsoy diyar kir, ku piştî van hemû zextan bi hin hevalên wî re problemên derûnî çêbûne, Kurdên li Swêd piştî kuştina Palme trajediyeke mezin jiyane û got, ''Ev 40 sal in ez malbata xwe ya li welêt nasnakim, ji vê meztir trajedî heye? Bêsûc. Sebeba vê demokratên sosyal ên Swêd e û niha jî li desthilatê ne.''

Îkîncîsoy da xuyakirin, ku ne tenê hev bi hezaran Kurd travma û êş jiyaneke û Tevgera Azadiya Kurd, piştî ku dewleta Swêd ew weke 'terorîst' îlan kiriye gelek ziyan dîtiye û got: ''Heke Swêd PKK weke rêxistina terorê îlan nekira û kuştina Palme nekira stûyê Kurdan îro rewşa Kurdan li cîhanê wê cudatir ba. 34 salan êşa kuştina Palme jiyam. Heta beriya niha bi 3-4 salan jî Sapo bi tîmên xwe yê taybet dihat û mala min û kargehan li bin guhê hev dixisti. Ez bi şexsî ti tiştî ji dewleta Swêd naxwazim. Daxwaza min ew e ku Swêd lêborînê ji Kurdan biwaze, PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne û şaşîtiya xwe rast bike.''