Metirsiya vîrûsa Korona mezin dibe: 170 kes mirin

Vîrûsa Korona ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi lez belav dibe. Heta niha 170 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. 7 hezar û 700 kes jî bi vîrûsê ketine.

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona li Çînê jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Komîsyona tenduristiyê ya wîlayeta Hûbeyî ragihand, di nava 24 saetên dawî de li vê wîlayetê 37 kesî jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên Çînê diyar kirin ku hezar û 700 kesên din bi vîrûsê ketine.

Li gorî daxuyaniyên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 170, ya mirovên bi vîrûsê ketine jî 7 hezar 700 kes in.

Hejmara mirovên bi vîrûsê ketin, ji şewba Sras a navbera salên 2002-2003'an derbas kiriye ku sendroma Srasê jî bi rêya hilmstandinê li mirovan digeriya. Şewba Srasê li Çînê bi 5 hezar 300 kesî, li gelemperiya cîhanê jî bi 8 hezar kesî ketibû, 774 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Tê gotin ku Sras û vîrûsa korona ji heman cûreyî ne.

GRÎP KÊM KUJER E, LÊ HÎN BÊHTIR DIKUJE

Ji aliyê genetîk ve bi rêjeya 80 ji sedî dişibin hev. Rêjeya mirinê ya vîrûsa nû 2.2 ji sedî ye û tê payin ku kêmtir bibe. Rêjeya mirinê ya ji ber şewba Srasê 9.6 ji sedî bû. Vîrûsa nû li gorî Srasê kêmtir kujer e, lê belê hîn zû dikare belav bibe. Rêjeya kujeriyê kêm jî be, ji ber belavbûna li qadeke berfireh dikare bibe sedema mirina hîn bêhtir mirovan. Grîpa demsalî jî bi vî rengî tê nirxandin. Rêjeya xwe ya kujeriyê kêm jî be li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her sal li gelemperiya cîhanê ji 290 hezar heta 650 hezar kesî ji ber wê jiyana xwe ji dest didin.

50 MILYON MIROV DI KARANTÎNAYÊ DE NE

Vîrûs di meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê Çînê der bû ku nifûsa xwe 11 milyon kes e. Rayedarên Çînî di dawiya meha Kanûnê de qala nexweşên destpê kirin. Dihate gotin ku wê demê tenê 41 kes bi vîrûsê ketine. Piştî du hefteyan di 13'ê Çileyê de li derveyî Çînê li Taylandê jî vîrûs hate dîtin. Li ser vê yekê Çînê dest bi şidandina tedbîran kir û wîlayeta Hûbeî ku Wûhan jî di nav de ye kir karantînayê. Li herêmê 50 milyon mirov hene.

LI 19 WELATAN BELAV BÛ

Vîrûs li derveyî welat jî belav dibe. Heta niha li gelek welatan belav bûye. Li Fransayê pênc kes bi vîrûsê ketin. Li DYE'yê heta niha pênc kes bi vîrûsê ketine. Welatên din ku vîrûs lê hatiye dîtin wiha ne: Elmanya, Koreya Başûr, Japonya, Nepal, Sîngapûr, Taywan, Tayland, Vîetnam, Hong Kong, Macao, Awûstralya, Kanada, Kamboçya, Srî Lanka, Malezya, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Fînlandiya.

DERMANÊ WÊ HÎN NEHATIYE PEYDAKIRIN

Heta niha derzî, dermanekî li dijî vîrûsê nehatiye peydakirin. Lê belê rêbazên ku kuxikê kêm bike û mirovên canê wan disincire germahiyê kêm bike. Derziya li dijî vîrûsê hîn di asta lêkolînê de ye.