Merkel: Sûriyeyê hemû çekên kîmyewî îmha nekir

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel diyar kir ku rejîma Şamê hemû çekên kîmyewî yên di destê xwe de îmha nekiriye.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li Berlînê daxuyanî da çapemeniyê. Merkel gotin anî ser rejîma Sûriyeyê û got: “Divê êdî em qebûl bikin ku, çekên kîmyewî hemû nehatine îmhakirin.” Merkel diyar kir ku ew ê Elmanya tevlî mudaxeleya li Sûriyeyê nebe ya ku îhtîmal e pêk were.

Wezîrê Karê Derve Heîko Maas jî xwest ku bila tifaqa welatên rojava beriya mudaxeleyeke leşkerî bi wan bişêwire.

MAAS: BERIYA MUDAXELEYÊ BI ME BIŞÊWIRIN

Maas got ku; “Heke em dixwazin vî tiştî bikin, divê em welatên rojava nêrînên me ji hev ne cihê be.” Wezîrê Karê Derve diyar kir ku divê zexta li ser Rûsyayê jî bidome.

Maas got: “Divê em çalakiyên xwe li gorî hev bikin û heke hin welat dixwazin tevdîran bistînin jî, em dixwazin ew bi hikumeta Elmanyayê bişêwirin.”

Hate ragihandin ku Serokwezîra Elmanyayê Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî têkildarî bikaranîna êrîşeke kîmyewî bi telefonê bi hev re axivîne.

Tê îddîakirina ku di 7’ê Nîsanê de li herêma Dûma ya Gûtaya Rojhilat rejîmê çekên kîmyewî bi kar aniye. Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê van sûcdariyan red dikin û diyar dikin ku ev komplo ye.

Serokwezîrê Îngîltereyê Theresa May ji bo nîqaşkirina êrîşeke leşkerî bangî endamên hikumetê, DYA û Fransayê kirin ku roja Pêncşemê ew bicivin.