Merkel: Ji nû ve li ser polîtîkaya Tirkiyê radiweste

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ku  li ser polîtîkayên AKP’ê û Erdogan rawestiyayî, got, gelek welatî bi kêfî têne girtin, ew ê ji nû ve li polîtîkaya Tirkiyê binerin.

Angela Merkel li Nurnbergê axivî û got, welatiyên Elmanya yê ku li welatê wê dijîn wê biryarê bidin bê ka wê dengê xwe bidin kîjan partiyê.

Merkel bal kişande ser girtina du welatiyên Elman ên ji hêla Tirkiyê ve û got, di gelek bûyeran de mirov bi sedemên belesebep têne girtin.

POLÎTÎKAYÊN LI SER TIRKIYÊ WÊ JI NÛ VE WERIN DANÎN

Angela got divê li dijî Tirkiyê ‘helwesteke biryardar’ were dayin û got, ew ê polîtîkayên li ser Tirkiyê ‘ji binî ve bi teşe bikin’. Merkel got ev polîtîka dema ku girtinên duh jî mirov bifikire divê mirov zêdetir ‘li ser bifikire.’’

Merkel got ew biryardar in ku muzakereyên bi mebesta berfirehkirina Yekîtiya Gumrukê ya di navber Tirkiyê û YE’yê de bloke bikin. Merkel diyar kir, di rewşa berdest a Tirkiyê de ne pêkan e ku ev babet pêkan bin û got, girtina welatiyên Elman a li Tirkiyê li prensîbên dewleta hiqûqê naguncin.

WELATIYÊN ELMAN WÊ BIRYARÊ BIDIN BÊ KA WÊ DENG BIDIN KÊ

Merkel gotina banga Erdogan a li Tirkiyeyiyên li Elmanya ya gotî,’’deng nedin CDU, SPD û Keskan’ bi bîr xist û got, ‘di vê babetê de tenê welatiyên Elman ên ku li welatê me dijîn wê biryarê bidin.’’

Serokkomarê Tirk Erdogan bang kiribû ku deng nedin partiyên yekîtiya Xiristiyanan, CDU-CSU, SPD ku ji wan re ‘dijminê Tirkiyê’ gotibû. Li Elmanya hilbijartina federal wê 24’ê Îlonê pêk werin, tê gotin li Elmanya kesên ku bi banga Erdogan deng bidin pir kêm in.