Merkel dixwaze wesayitên bi sotemeniyê dixebitin neyên çêkirin!

Piştî gelek welatên Ewropayê, li Elmanyayê jî hikumet bi erênî nêzî nêrîna ku divê wesayitên bi dîzel û benzînê dixebitin bes bên çêkirin, dibe. 

Lîdera Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Serokwezîr Angela Merkel ji kovara Super Illu re axivî û diyar kir, ji bo rawestandina hilberîna wesayitên bi motora dîzel an jî benzînê dixebitin, dikare dem bê diyarkirin.

Merkel destnîşan kir, ku ew rast dibîne ku hilberîna wesayitên bi sotemeniyê dixebitin bên sekinandin. Lê di vî warî de demek diyar nekir.

Li gorî lêkolînên dawî, ji bo Elmanya di armancên xwe yên têkildarî avhewayê de bi ser bikeve, divê heta sala 2050'î wesayitên bi sotemeniyê dixebitin di trafîkê de nebin.

Fransa û Îngilîstanê beriya niha ragihandibûn, ku ya rast ew e heta sala 2040'î hilberîna wesayitên bi dîzel an jî benzînê dixebitin, bê sekinandin.

Hevrikê Merkel lîderê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlz eşkere kiribû, ku ew alîgire li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê kotayek ji wesayitên bi elektrîkê dixebitin, bê danîn. Schûlz gotibû, bi vî rengî wê hilberîna wesayitên bi motora elektrîkê dixebitin zêde bibe û bandora wesayitên bi sotemeniyê dixebitin a li hawirdorê wê kêm bibe.