Merkel bi destvala ji Spanyayê vegeriya

Serokwezîra hikumeta Elman a federal Merkel ku hewl dide deriyên xwe li penaberan bigire, ji serdana du rojan a li Spanyayê bi hêvî bû.

Hefteya bihurî di navbera Elmanya û Spanyayê de peymaneke nû ya li ser penaberan hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê, penaberên ku berê li Spanyayê serlêdana penaberiyê kirine û qeyda xwe li vî welatî hene, eger bên Elmanyayê wê di nava 48 saetan de li Spanyayê bên vegerandin.

Ev peyman pêr kete meriyetê. Lê tê gotin, berevajî texmînan ev peyman wê bandoreke xwe nebe. Ji ber ku li gorî vê peymanê penaberên li ser sînorê Elmanya-Awûstûryayê bên girtin wê bi lez û bez radestî Spanyayê bên kirin. Lê belê penaberên piştî rêwîtiyeke metirsîdar a li Derya Spî xwe digihînin Spanyayê, ne ji ser Awûstûryayê, lê belê di ser Fransayê re hewl didin xwe bigihînin Elmanyayê.

Tevî vê yekê jî peymana bi Spanyayê re hate îmzekirin, ji aliyê hikumeta federal ve weke serketineke mezin hate nîşandan. Heman piştî îmzekirina peymanê, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel doh û pêr li Spanyayê danûstandinên fermî kir.

Merkel bi hempîşeyê xwe yê Spanyayî Pedro Sanchez re rûnişt. Di rojeva hevdîtinê de gavên hevpar ên li dijî pêla penaberiyê hebûn. Lê belê beriya hevdîtinê Sanchez diyar kiribû ku dilê wî ne bi peymanê re ye û maliyeta radestkirina penaberan jî divê ji aliyê Elmanyayê ve bê dyain.

Lîderê Spanyayî bi awayekî vekirî diyar kiribû ku ew nahêlin penaber xwe bigihînin Elmanyayê, lewma divê rêveberiya Berlînê hîn bêhtir alîkariya madî bide wan. Lê belê ne Merkel karîbû di hevdîtinên du rojan de sînorên peymanê fireh bike, ne jî Sanchez soza alîkariyê ya ji şansolyeya Elman hêvî dikir werbigire.

Yekane mijara ku her du lîderan li ser li hev kirin; nêrîna hevpar a li ser belavkirina penaberan bi rengekî wekhev li nava Yekîtiya Ewropayê bû. Ji xwe Merkel û Sanchez di civîna çapemeniyê de diyar kirin ku wê mijarê bixin rojeva lîderên Yekîtiya Ewropayê ku wê meha Îlonê pêk were.