Merasîma veşartina cenazeyê Silêmanî piştî îzdihamê hate taloqkirin

Li bajarê Kerman ê Îranê di merasîma cenazeyê general Qasim Silêmanî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê jî merasîma veşartinê hate taloqkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, merasîma cenazeyê veşartina Qasim Silêmanî ji ber îzdihamê hate taloqkirin.

Li gorî bîlançoya nû ya îzdihamê ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Farsê ve hate ragihandin 32 kesan jiyan xwe ji dest dan û 190 kes jî birîndar bûn. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 jî birîndar bûne.

Washîngotnê roja Înê li balafirgeha naveneteweyî ya Bexdayê li konvoya Fermandarê Hêza Qûdsê General Qasim Silêmanî xistibû. Di êrişê de Qasim Silêmanî û Şefê Tûgayên Hîzbûllahê Ebû Mehdî El Muhendîs jî di nav de 5 Îranî û 5 Iraqî miribûn.