Melet: Wan bûye bajarekî qedexekirî

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melek got, Wan bûye mîna bajarekî qedexekirî û diyar kir, qedexe bi walîtî ve negirêdayî ye, qedexe di mejiyê desthilatdariya siyasî de ye.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê zêdeyî sê sal in li Wanê bi rêk û pêk çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Qedexeya ku 21'ê Mijdara 2016'an dest pê kir û herdemî bû, 15 rojan carekê bi rengekî otomatîk dema wê tê dirêjkirin. Li gel qedexeya çalakî û xwepêşandanan li bajêr di salên dawî de bûyerên binpêkirina mafên mirovan zêde bûn. Li gorî rapora Şaxê Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) sala 2019'an li Wanê 1657 caran mafê mirovan hate binpêkirin.

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet bi bîr xist ku ji sala 2015'an ve li Tirkiyeyê qedexe dewam dikin û anî ziman, li Wanê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê di bin sîwana Rewşa Awarte de qedexe dihate meşandin.

Melet diyar kir, piştî ku dawî li Rewşa Awarte hate anîn qedexeyan bi rengekî kêfî dewam kirin û bi bîr xist, bi destûra walîtiyê mehê ji bo 15 rojan dema qedexeyê tê dirêjkirin.

Melet diyar kir, ji sala 2015'an û vir ve gelek walî hatin Wanê û çûn, lê belê zîhniyeta qedexekar ti carî neguherî û got, "Ya rast, qedexe bi walîtî ve negirêdayî ye, qedexe di mejiyê desthilatdariya siyasî de ye. Em ê; parêzvanên mafên mirovan  van qedexeyan her tim bînin ziman."

'KARÊ DESTHILATDARIYÊ TENÊ QEDEXE YE'

Melet destnîşan kir, desthilatdariya siyasî yek ji mijarên ku weke kar daniye pêşiya xwe, qedexe ye û got, "Ji desthilatdariya siyasî heye ku civaka sivîl çiqasî ji gel vegire, nêrîna mûxalîf, partiyên mûxalîf, gotinên mûxalîf çiqasî vegire wê ewqasî serketî be. Medyayê jî bi vî rengî asteng dikin, ku amûreke xwegihandina civakê ye. Ji ber ku em tenê dikarin karê xwe, raporên xwe, gotinên xwe, peyamên xwe bi rêya medyayê ragihînin. Lê belê ev hemû hatine astengkirin, hatine qedexekirin. Gihîştiye wê radeyê ku dest li civîna me ya çapemeniyê, li hevpeyvîneke me jî werdin."

'DESTHILATDARIYA SIYASÎ YA HEYÎ WÊ SIBE BIBE PARTIYA TABELAYÊ'

Melet got, "Li bajar, herêm û Tirkiyeyeye ku polîtîkayeke bi vî rengî ya qedexekar tê meşandin, em demokrasiyê êdî ji wijdanê civakê re dihêlin" û got, "Li bajarekî ku qedexe bi her rengî heye, mejiyê 'ya tu ji min e ya jî tu ne tiştek e' serdest e, parêzvanên mafên mirovan her tim têkildarî desthilatdariya siyasî û mûxalefetê gotina xwe got, ji niha û pê ve jî wê bibêje. Desthilatdariya siyasî ya heyî dibe ku sibe bibe partiya tabelayê. Ji ber vê yekê em ji vir bang li desthilatdariya siyasî dikin: werin em qedexeyên li Tirkiyeyê hemûyan rakin, Tirkiyeyê hîn aştiyane û demokratîk bikin."