Mehkûmiyeta Lula bi rengekî fermî betal bû: Wê karibe bibe namzet

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê ragihand, ku biryara ji bo betalkirina mehkûmiyeta Serokdewletê berê Lula, betal kiriye.

Di daxuyaniya Dadgeha Bilind de, biryara ji bo betalkirina cezayê ku li serokdewletê berê yê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva, bi rengekî fermî hate erêkirin.

Dadgehê hikum da ku biryara betalkirina mehkûmiyetê ya beriya niha ji aliyê dadgerê bi navê Edson Fachin hate dayin, biryareke rast e. Biryar bi dengê 11 dadgerên bilind hate wergirtin.

Meha Adarê dadgeheke li Curitibayê mehkûmiyeta ku bi sûcdariya nelirêtiyê li Lula hatibû birîn, betal kiribû.

Lula ku di navbera salên 2003-2011'an de welat bi rê ve bir, beriya hilbijartinên 2018'an hatibû mehkûmkirin û bi vî rengî destûr nehatibû dayin ku li hemberî namzetê rastgiriya tund Jair Bolsonaro bibe namzet. Halbûkî Lula beriya hilbijartinê di anketan de weke favorî dihate dîtin.

Bi vî rengî Lula wê karibe di hilbijartinên sala bê de bibe namzet.