Medya nivîskî û devkî qels dibe

Li gorî lêkolîneke li DYA'yê hate kirin, hejmara kedkarên çapemeniyê yên li medya devkî û nivîskî dixebitin, di nava 10 salan de gelekî kêm bû. Nûçegihaniya li ser înternetê jî her bi pêş ve diçe.

PEW Research Center li gorî daneyên Wezareta Kar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) lêkolînek kir û tespît kir ku hejmara kedkarên li çapemeniya nivîskî dixebitin nîv bi nîvî kêm bûye.

Li gorî lêkolînê, sala 2008'an li çapemeniya nivîskî bi taybetî li rojname û kovarên li DYA'yê 71 hezar kes dixebitîn. Sala 2017'an ev hejmar daket 39 hezarî. Ev yek jî tê wê wateyê ku hejmara kedkarên li çapemeniya nivîskî dixebitin 45 ji sedî kêm bûye.

Hejmara kedkarên çapemeniya devkî û televîzyonê 28 hezar e. Bi vî rengî di asta sala 2008'an de ma. Hejmara nûçegihanên li radyoyê dixebitin 17 hezar bû. Ev hejmar bi rêjeya 27 ji sedî kêm bû û daket 12 hezar û 500'î.

NÛÇEGIHANIYA LI SER ÎNTERNETÊ BI 2 QATAN ZÊDE BÛ

Li gorî heman lêkolînê, hejmara kedkarên li malperên nûçeyan ên li ser înternetê dixebitin, bi du qatan zêde bû.

Hejmara nûçegihanên li malperên li ser înternetê sala 2008'an 7 hezar bû, sala 2017'an bû 13 hezar.