Medya Katalonyayê: Rêveberiya Madrîdê xwe dişibîne Erdogan

Rêveberiya medya Katalonyayê ragihandin, ku piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê hikumeta navendî ya Spanyayê dixwaze pêkanînên dişibin ên rejîma Erdogan bixe meriyetê.

Piştî referandûma 1'ê Cotmehê ya li Katalonyayê hate lidarxistin, hikumeta Spanyayê dixwaze xala 155'an a Destûra Bingehîn bixe meriyetê. Senatoya Spanyayê wê pêkanîna xala 155'an û lidarxistina hilbijartina pêşwext li Katalonyayê îro pêşkêşî dengdanê bike.

Bi vê xalê re, girtina ji wezîfeyê ya Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont, hikumeta wî û betalkirina parlamenta herêmî dikarin bikevin rojevê. Her wiha gelek wezaretên girîng û erkên saziyan wê radestî rêveberiya Madrîdê werin kirin.

LI TIRKIYEYÊ BIRYARNAME, LI SPANYAYÊ XALA 155'AN

Hewldanên hikumeta Spanyayê yên ji bo destwerdana yekser a li Katalonyayê û biryarnameyên ku desthilatdariya AKP'ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îlan kiriye, dişibin hev. Mîna rejîma Erdogan, di hedefa destpêkê ya rêveberiya Madrîdê de jî medya heye.

Eger xala 155'an bi cih were anîn, wê saziyên medyayê yên li Herêma Xweser a Katalonyayê ji aliyê rêveberiya Madrîdê ve werin kontrolkirin. Li gorî saziyên medya Katalonyayê ku vê gavê weke 'darbeyê' şîrove dikin, Madrîd hewl dide mîna rejîma Erdogan tevbigere û pêkanînên rejîma Erdogan ên salên dawî bixe meriyetê.

Yek ji televîzyonên ku xeterî li ber heye ku radestî rêveberiya Madrîdê were kirin TV3 ye ku 1900 xebatkarên xwe heye. Ji rêveberên TV3 Llûîs Caelles got, "Hikumeta Spanyayê ji niha ve amadekariyan dike ku ji xwe re personelên alîgirê xwe peyda bike, ku piştî dest danî ser medya me, wan lê bi cih bike."

Caelles ji malpera nûçeyan "Telepolîs" re axivî û got, "Spanya mîna Tirkiyeya Erdogan nêzî me dibe. Saziyên aştiyane û demokratîk kiriye hedef. Niha hevalên me yên rojnamevan ên hatine girtin nîne. Lê belê du aktîvîstên ji bo xwepêşandanê bang kirin, hatine binçavkirin."

PÛÎGDEMONT: EM Ê BIRYARA HILBIJARTINA PÊŞWEXT NEDIN

Tevî hemû astengiyan û desteserkirina sindoq û pisûlayên dengan jî, referandûma li Katalonyayê bi beşdariya 43 ji sedî pêk hatibû. 70 ji sedî yên beşdarên referandûmê ji bo serxwebûnê dengê 'erê' dabûn. Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku heta gefên hikumeta Spanyayê yên li hemberî wan dewam bikin, wê biryara pêkanîna hilbijartina pêşwext nedin.