May bi dengê 200 parlamenterî li ser karê xwe ma

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May kete ber dengdana pêneewletiyê ya partiya xwe. May bi dengê 200 parlamenteran bi ser ket û li ser karê xwe ma.

Aliyê dijberê Yekîtiya Ewropayê yê Partiya Mûxafazakaran ku ji peymana Brîtanyayê ya li ser derketina Yekîtiya Ewropayê aciz e, dengdana bêneewletiyê li Serokwezîr May ferz kir.

Dengdan li koma partiyê ya li Kamara Avamê pêk hat. May piştgirî ji 200 parlamenterî girt. Ji 317 parlamenteran, 117 wekîlan dengê pêneewletiyê dan.

Beşeke girîng a li nava Partiya Mûxafazakar di wê baweriyê de ne ku danûstandinên Brexîtê yên bi Yekîtiya Ewropayê re tên kirin ne bi xêra Brîtanyayê ne. May ku hîn jî pêvajoyeke zehmet a dengdana li parlamentê li ber wê ye, doh eşkere kir ku wê di hilbijartinên 2022'an de nebe namzeta serokwezaretiyê.

Normal, divê Brîtanya 29'ê Adara bê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve.