'Maske bi tenê pêşî li belavbûna pandemiyê nagire'

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destnîşan kir, maskeyên niha bên amadekirin divê tenê ji personelên tenduristiyê re bên dayin.

Midûrê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (OMS) Tedros Adhanom Gheybresûs got, eger li dijî pandemiya Covîd-19 her kes giraniyê bide ser bikaranîna maskeyan, wê personelên tenduristiyê bikevin nava zor û zehmetiyan.

Midûrê OMS'ê Gheybresûs got, "Bikaranîna maskeyê bi tenê pêşî li belavbûna pandemiyê nagire. Welat hemû divê lêkolînê bikin, karantînayê bi kar bînin, nexweşan hemûyan tespît bikin, wan tedawî bikin û her kesên ku bi nexweşan re danûstandin kirine tedawî bikin."

Gheybresûs diyar kir, hunermendên navdar wê ji bo avakirina fonên li dijî pandemiyê konseran li dar bixin.