Malezya sefîrê Koreya Bakur dersînor dike
Hikûmeta Malezya, ji ber xirabûna têkiliyên piştî kuştina birayê Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Ûm û şûnde, ragihand ku wê sefîrê wî welatî dersînor bike.
Hikûmeta Malezya, ji ber xirabûna têkiliyên piştî kuştina birayê Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Ûm û şûnde, ragihand ku wê sefîrê wî welatî dersînor bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Malezyayê, diyar kir ku Sefîrê Kûala Lûmpûr ê Koreya Bakur weke ‘Zilamê neyê xwestin’ hate îlankirin. Di daxuyaniyê de, di vê çarçoveyê de hate diyarkirin wê sefîr dersînor bikin.
Tê payîn ku têkiliya biryarê bi înfazkirina birayê lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Nam ê ku 13’yê Sibatê li Balefirgeha Kûala Lûmpûrê yê ve heye. Der ket holê ku Kîm Jong-Nam ji aliyê 2 jinan ve ji ber jehra ku avêtî ser û rû yê wî miriye.
Malezya, tevî pêkanînên navneteweyî yên li ser tê kirin jî, yek ji welatên herî kêm tê dîtin ku li gel Koreya Bakur peymanên bazirganiyê dike.